Şêniyên Hesekê şehîd Mistefa El Omer oxir kir

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa El Omer ku li ser erka xwe şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spart axê.

Şêniyên Hesekê şehîd Mistefa El Omer oxir kir
20 îlon, 2022   10:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mistefa El Omer li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir kir. Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm diyar kir ku dê Meclisa Malbatên Şehîdan li kêleka tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser şopa şehîdan bin û wiha got: "Em ê rêça şehîdên xwe heta serkeftinê bişopînin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Mihemed bal kişand ser ked û fedakariyên şehîdan di parastina xakê û mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha got: "Şehîd pêşengên me ne. Ji bo ku em azad û birûmet bijîn, canê xwe feda kir."

Mihemed soz da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser şopa şehîdan bin, parastina herêmê bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îvan Omer wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Li gorî wesîqeyê, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa El Omer dema li ser erka xwe ya leşkerî li Hesekê bû, di 18’ê Îlonê de gihaşt asta şehadetê û li bajarokê Mexrom ê Hesekê di 1988’an de hatiye dinê.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina şehîdan de li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin.

(fr)

ANHA