Li Rimêlan Konferansa Parastinê ya Ciwanan a Yekemîn dest pê kir

Bi diruşma "Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê ya  Yekemîn dest pê kir.

Li Rimêlan Konferansa Parastinê ya Ciwanan a Yekemîn dest pê kir
20 îlon, 2022   10:20
QAMIŞLO

Bi armanca nîqaşkirina rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li ser a ciwanan pêk tîne û rola ciwanan di vê merheleyê de, Konferansa Parastinê ya Yekemîn ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve ya herêma Cizîrê ve li dar dikeve.

Konferans li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê ya Qamişlo ya Cizîrê li dar dikeve.

Di konferansê de 350 delege ji bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê amade bûn. Li hola konferansê wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "êrişên dagirkeriyê vîna ciwanan têk nabin" û "Gerîla pêşerojê û rûmeta Kurdistanê ye" hatin daliqandin.

Di konferansê de endamê rêveber ê berê di Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Baran li ser têkoşîna ciwanan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî û wiha got: "Ev konferans di qonaxeke hestiyar û girîng de, hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk li ser gelê me li dar dikeve. Ji ber wê divê xebatên konferansê bikevin berjewendiyên civakê."

Baran bal kişand ser rol û amadekariyên ciwanan li herêmê li hember çi êrişeke dewleta Tirk û wiha domand: "Divê ciwan li hember êrişên dewleta Tirk, siyasetên qirkirin û şerê taybet ê li dijî gelên herêmê bi pêkanîna rêgeza şerê gel ê şoreşgerî amade bin."

Li gorî komîteya amadekar, bernameya roja destpêkê ya konferansê dê komên hunerî beşdar bin, şano werin pêşandan û werzîş werin pêşkêşkirin.

Di roja duyemîn û dawî de dê girîngiya parastina cewherî werin nîqaşkirin.

(fr)

ANHA