​​​​​​​ʹBiryarên li Tunisê hatine derxistin, rê li ber Îxwanan digreʹ

Hemwextî aloziya aborî, aloziya siyasî careke din li Tunsiê vegeriya. Serokê Tunisê Qeys Seîd gelek biryaraên nû derxistin, hinekan ev biryar rexne kirin û hinek din jî wekî gavên girîng dibînin ku rê li ber Îxwanan digire û welat diparêze.

​​​​​​​ʹBiryarên li Tunisê hatine derxistin, rê li ber Îxwanan digreʹ
20 îlon, 2022   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî qanûna nû ya hilbijartinê ya Tunisê nêrînên cuda derketin. Hinekan red kir û hinan jî piştgirî da xebata siyasî ya serok Qeys Seîd.

Qanûna nû ya hilbijartinê ya Tunisê hejmara endamên parlamentoyê yên ku dê ji hilbijartinên parlamentoyê yên 17ʹê Kanûnê derkevin ji 217ʹan daxist 161’an û hejmara navçeyên hilbijartinan derxist 161’an ku navbera 151 li navenda Tunisê û 10 li derve hatine dabeşkirin. Berî hejmar  derdora 33 naveyan bûn ku 6 jê li derve navendê bûn.

Her wiha qanûn ji gelek şertên namzetiyê pêk tê. Ya herî girîng ew e ku ji bo her namzetekî 400 deng hebin, divê namzet karta tawanan û cîbicîkirina erkê darayî derxistibe. Her wiha ev qanûn mafê namzetiyê nade karmedên sektorên pîşeyî heta salekê piştî ku ew dev ji çalakiya xwe ya pîşeyî berdidin.

Li gorî qanûna nû ya hilbijartinan, endamên hikumet û serokên dîwan, dozgerî, serokên şande û navendên dîplomasî, konsolosxaneyan, wekîlên yekemîn, sekreterên giştî yên parêzgehan, serokên şaredariyan (nûnerên hikumetê li herêman), îmam, serokên dezgeh û komeleyên werzîşê heta salek piştî bidawîbûna wezîfeyên xwe, ji bo endamtiya parlementoya nû mafê namzetiyê nadin.  Li gorî qanûna nû, nîvê namzetên parlamentoya nû ya Tunisê jin û nîvê duyemîn jî mêr, ji sedî 25’ê ciwanên jêrî 35 saliyê de ne û nabe hilbijêr deng bide zêdetirî namzetekî/ê.

Çavdêr diyar dikin ku yên herî zêde ziyanê ji qanûna nû ya hilbijartinê dibînin partiyên îslama siyasî ne ku dê rola wan bi dawî bike, her wiha nabe îman wekî berê bên hilbijartin.

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê tunisî Nîzar Celîdî li ser mijarê wiha got: "Di serî de divê were zanîn ku ne rast e ku mirov bibêje qeyranek siyasî li Tunisê heye, delîlê vê yekê piştgiriya gel a mezin a ji bo serok Seîd e. Ev yek di referanduma vê dawiyê ya li ser destûrê de diyar bû, ku bû xala destpêkê ya danîna qanûna nû ya hilbijartinê. Gel elaqeyeke mezin da vê qanûnê ji ber ku partiyên li Tunîsê lawaz kir ku piraniya Tunisî wan wekî sedema rasterast a aloziya aborî ya li welat dibînin. Li ser cewherê qanûna hilbijartinê, wek ku di pêşgotina xwe de jî hatiye diyarkirin, tu kesî dûr naxe, lê dengdana xelkê li şûna lîsteyan pesend dike û hejmara parlamenteran ji 217’an daxist 161’an. Ji wê zêdetir derfet dide dengdêran ku baweriyê ji her parlamenterên ku sozên xwe yên hilbijartinê pêk neynin, bistînin. Di heman demê de ev qanûn rê li ber fînansekirina gumanbar digire û cezayên giran li ser vê mijarê dibire. Her wiha prensîba wekheviya zayîndî pêk tîne û rola çareyekê dide ciwanan."

QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NÛÇEYÊN DEREW

Serokê Tunisê qanûneke din bi navê "Têkoşîna li dijî torên peywendî û sîstema agahiyan " derxist. Li gorî vê qanûnê, kesên ku nûçeyên derew belav dikin, cezayê 5 salan girtîgeh û dayîna miqdareke mezin a pereyan li wan tê birîn.

Li ser vê yekê Celîdî got: “Qanûna nû pêşniyareke kevin e ku ji aliyê parlamemtoya berê ve hatiye pêşkêşkirin û daxwaza girseyeke mezin a Tunisiyan e û li hejmarek welatên Ewropyê jî heye. Lê li Tunisê rewş sînor derbas kir. Bi piranî ev qanûn ji bo bikarhênerên medyaya dîjîtal e û tu têkiliya wê bi azadiya çapemenî û weşanê ya ku bi destûr hatiye garantîkirin re nîne.”

Celîdî îşaret pê kir ku qanûna têkoşîna sûcên têkildarî sîstemên agahî û peywendiyan, pêwîstiya wê bi şîrovekirineke zêdetir heye da ku metirsên têkildarî wê ji holê rake û got: "Lê bi nêrîna min ev qanûn rûmetan û ewlehiya neteweyî diparêze û sînorekê jî bêserûberiya bikarhînerên Facebookê û parvekirinên wan ên ne rast re û binpêkirinên rûmeta xelkê re datîne. Li Tunisê bi hezaran ji ber vê pirsgirêkê ziyan dîtin û her wiha di deh salên dawîn de gelek gendelî gihandin ser desthilatdariyê."

VEGUHASTINA SIYASÎ Û ROLA ÎXWANAN DI ALOZIYA ABORÎ DE

Têkildarî rewşa giştî ya Tunisê Celîdî ev nirxandin kir: "Tişta ku li Tunisê rû dide, bi têgeha xwe ya siyasî guhertineke pêwîst ber bi sîstema siyasî ya nû ve ye, nemaze ku sîstemên berê yên bi serkêşiya Îxwan ên Tevgera Nehdayê bi bin ketin. Ya rast, Îxwan û alîgirên wan ji 25ʹê Tîrmeha 2021ʹê ve hewl didin fitîla aloziyê pêxin da ku zextê li Seîd bikin û ji bo vê yekê hemû rêbazên rewa û yên ne rewa wekî xwepêşandanên berdewam bi kar anîn, her wiha xwe bi aliyên derve re xurt kirin. Niha bi hevkariya hejmarek qaçaxç, kesên keysbaz û hejmarek karsazên gendelî re bi kartên xwe yên dawî dilîzin ku xelkê birçî bihêlin da ku li dijî Seîd serî hildin. Lê planên wan ji aliyê gel ve eşkere ne û gel red dikin."

Der barê gavên pêş de lêkolîner û çavdêrê siyasî wiha got: "Di aliyê rewşa siyasî de, welat ber bi avakirina komara nû ve diçe, di 17ʹê Kanûna bê de wê hilbijartinên qanûsaz werin lidarxistin ku gaveke girîng ber bi îstiqrara siyasî ve ye û dê rê li ber partî û berjewendiyên wê yên teng qut bike û gel bi rêya hilbijartinên parlamentoyê ve bi ser bixîne, piştre dê meclisa nîştimanî ya eniyan were hilbijartin. Di aliyê civakî û aborî de, rewş ber bi îstiqrarê ve diçe, nemaze piştî lihevkirina dîrokî ya di navbera hikumeta û Yekitiya Karkeran de ku mûceyan zêde bike. Ev lihevkirin dê bihêle ku Tunis 4 milyar dolar deynan ji Banka Cîhanê bigire û bûdçeya xwe geş bike."

XETERE HÎNA HENE

Girêdayê metirsiyên ku gelê Tunisê bikeve nav pencên îslama siyasî û destpotiyê, nivîskar û çavdêrê siyasî Nîzar Celîdî wiha got: "Metirsî ji gel nîn e, lê metirsî ji aliyê hin beşan ve hene. Ji ber ku destûra nû destpotî bi dawî kir û gelek qanûn hene ku gel ji serdestan diparêze. Em ji bîr nekin ku gel vegera desthilata berê qebûl nake. Metirsiyên li ser vegera îslamiyan li desthilatêj vala ne, ku hinek alî bi kar tînin. Lê ev nayê wê wateyê ku hîn metirsî gefê li welat dixwin, lê pêwîstî bi berfirehkirina xeleka biryarên siyasî û aborî hene. Divê serokatiya Tunisê rê li ber rêxistin û pêkhateyên civaka sivîl veke ku deh salên rûpela rewş bitewînin û dest bi avakirina komara nû bikin. "

ANHA