​​​​​​​Fîlma ‘Kobanê’ îro li Kobanê tê pêşandan

Komîna Fîlm a Rojava dê fîlma ‘Kobanê’ cara ewilî îro li Navenda Çandê ya Kobanê nîşan bide. Mijara fîlmê li ser berxwedana sedsalê ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê ye.

​​​​​​​Fîlma ‘Kobanê’ îro li Kobanê tê pêşandan
20 îlon, 2022   05:12
KOBANÊ

Îro êvarî dê bala her kesî li ser hola Navenda Çandê ya bajarê Kobanê be, ku tê payîn Komîna Fîlm a Rojava fîlma bi navê ‘Kobanê’ cara yekem li wir nîşan bide.

Fîlm bûyerên dîrokî yên berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê yên di navbera salên 2014 û 2015'an de vedibêje.

Derhêneriya fîlmê Ozlem Yaşar kiriye, xwe dispêre romana nivîskar Medya Doz û di sala 2021'an de ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ve hatiye çêkirin. Fîlm li gelek deverên kantona Kobanê ku beriya çend salan tê de şerên li dijî DAIŞ'ê qewimîn, hatin kişandin.

Cîgirê derhênera fîlmê Diyar Hiso têkildarî fîlmê ji ajansa me re axivî û got piraniya aktorên fîlmê ew in ku di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de, cihê xwe girtiye, her wiha hunermendên ji herêmê jî beşdarî kişandina fîlmê bûne.

Fîlm ji 20’ê Îlonê heta 26’ê Îlonê saet di 19:00’an de li salona Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dê were pêşandan.

Diyar Hiso her wiha got: "Biryar e fîlm li bajarên cuda yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşandan. Her wiha tê payîn ku fîlm beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Valencia ya li Spanyayê di Cotmeha vê salê de û beşdarî çend festîvalên din ên fîlman di salên pêş de bibe."

Di 13'ê Îlonê de anku di salvegera şehadeta şoreşger û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) de ku cihê xwe di çêkirina fîlm de girtiye de, fragmana ‘Kobanê’ hatibû weşandin.

(hs)

ANHA