ʹʹLihevkirinʹʹ rêbazek ji bo fînansekirina gendeliyên li saziyên hikumeta Şamê ye

Tevî propagandaya ku hikumeta Şamê ji “lihevkirinan” re çêdike ku wek mijareke asayî bi nav dike, lê êdî gelê Sûriyê nema ji van gotinan bawer dike, nexasim ku bi çavê xwe dizî û gendeliya di saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê de dîtin. Li gorî mentiqê hikumeta Şamê, yên tev li hevkirinan dibin terorsît in, an jî ev gav nediavêtin. Ji lew ra piştî lihevanîn, gelek sivîl û karmend girtin û sûcdar piştî dayîna cezayên madî, hatin berdan.  

ʹʹLihevkirinʹʹ rêbazek ji bo fînansekirina gendeliyên li saziyên hikumeta Şamê ye
20 îlon, 2022   06:13
HELEB – XEYS ŞEMSEDÎN

Hikumeta Şamê bi hemû derfetên xwe bi rêya ʹʹʹLihevkirinanʹʹ hewl dide Sûriyê vegerîne berî sala 2011’an. Lihevkirinên ku rejîma Şamê behsa wan dike li Derayê dest pê kir û li seranserî herêmên di bin serweriya wê de pêk anîn. Êdî navaroka giştî ya wan ʹʹLihevkirinanʹʹ, bûye bazirganiyeke bi qezenc. Endamên saziyên ewlehiyê tev lê dibin ku bertîl û baçan ferz dikin.

Di vê raporê de em balê dikişînin ser serpêhatiya welatiyekî ku li herêmên hikumeta Şamê dijî. Welatî behsa kesên bi ʹʹLihevkirinanʹʹ hatine xapandin, dike ku di girtîgeha Edrayê de bi tawanên terorê hatine girtin û herî kêm cezayê 20 salan lê hatine birîn.

E.E. yê 50 salî bêyî ku delîl li dijî wî hebin behsa girtina xwe kir. E.E. diyar kir ku piştî îşkenceyê û şantajê ku gihaşt asta heqaretê, neçar maye li îfedayên nerast îmze bike.

ʹEGER WISA ÎŞKENCE LI KEVIRAN BIKIN DÊ LI XWE MIKUR WERE KU HERÎ YEʹ

E.E. destnîşan kir ku ji ber raporeke nerast di 2017’an de hat girtin û got: “Ez rojane di bendên kontolê yên hikumetê re diçûm û dihatim û kesî ez negirtim. Min tu tiştê wiha xerab nekiriye ku li beşa ewlehiya siyasî ya Tertûsê bi vî rengî îşkence li min bikin, bi ser de jî di jiyana xwe de tu carî ez neçûme Tertûsê.”

E.E. wiha domand: “Rojekê ji beşa ewlehiya siyasî ya Tertûsê gazî min kir. Ji min re gotin ew tişteke asayî ye. Gava ez çûm wan bi “rêzdarî” pêşwaziya min kir, ku yekser dest bi lêdanê kirin û diranên min şikandin. Bi hevkariya di teqînên Tertûsê de ez hatim tawanbarkirin, tevî ku di jiyana xwe de ew cara ewil bû ku ez serdana wê parêzgehê dikim. Her wiha min tawanbar kirin ku min alîkariya tenduristiyê daye çeteyekî artêşa Tirk a dagirker.”

Der barê awayên îşkenceyê E.E. wiha axivî: “Leşkerekî li sîngê min da û parsûya min û hin beşên ji hestiyên pişta min şikestin. Ez ketim û dest bi îşkenceyê kirin. Eger ev îşkence li kevir bihata kirin dê li xwe mikur bihata ku herî ye.”

DI BIN ÎŞKENCEYÊ Û ŞANTAJKIRINA BI NAMÛSÊ DE, BIRINA MIKUKRHATINAN

Piştî ku E.E. tawanên li dijî xwe red kirin, beşa ewlehiya siyasî ya Tertûsê ew bi girtina hevjîna wî tirsand.

E.E. wiha serpêhatiya xwe domand: “Hevjîna min mamoste ye û ez bi girtina wê hatim tirsandin, an ez ê li ser rûpelê îmze bikim û hemû tawanên nerast û yên ku ez qet nas nakim çi ne, qebûl bikim an jî ew ê bi bihaneyên amadekirî yên pêşkêşkirina alîkariya tenduristiyê ji çeteyan re, hevjîna min bigirin.”

E.E. da zanîn ku ji bo malbata xwe biparêze wî îmze kir û hemû tawanên li dijî xwe qebûl kirin, ku bi vî awayî ew ji tawana teqîna Tetrûsê veguherî tawana pêşkêşkirina alîkariya tenduristî ji çeteyan re.

SENARYOYÊN KETOBER

Piştre, E. E vediguhêzînin dadgehê. E.E. ji bo parastina malbata xwe ji revandin û girtinê, li gorî tawanên ku şaxê ewlehiya siyasî jê re hazir kirine, çîrokek ku bingeha wê tune ye ji dadwar re dibêje û cihên ketober bi bîr xistin qaşo tê de alîkariya çeteyan kiriye.

E.E. wiha domand: “Piştî ku dadgehê bi odeya operasyonên leşkerî ya wan cihên ku min di bin zexta şaxê ewlehiya siyasî de anîne ziman re ket têkiliyê, xuya bû ku li wan cihan tu şer di navbera hikumeta Şamê û çeteyan de çênebû, lê bi lihevkirinan hatin valakirin. Ev jî bû sedema girtina min bo 60 rojan bi tawana xapandina dadgehê, piştre careke din ez çûm pêşberî dadgehê.”

E.E. ev li gotinên xwe zêde kir: “Tevî ku di rûniştina duyemîn a dadgehê de malbata min şahid pêşkêşî dadgehê kirin, lê ew hatin redkirin. Piştî ku cezaya 20 salan li min birîn, bi saya parêzerên ku malbata min ew dîtine û qanûnên efûkirinê cezaya min bû 4 sal û nîv û ez veguhastim girtîgeha Edrayê ya Şamê.”

PIŞTÎ PÊKANÎNA “LIHEVKIRINÊ” BI TAWANA TERORÊ HAT GIRTIN

Di axaftina xwe de, E.E. bal kişand ser çîroka rêveberê dibistanekê li bajarê Dêrazorê ku di girtîgehê de bi wî re hatibû girtin û got: “Çeteyên DAIŞ’ê bi tawana sîxurtiya ji hikumeta Şamê re ew girtin, piştî ku hikumeta Şamê hin herêmên Dêrazorê kontrol kirin ji wî xwestin ku “lihevkirinê” bike tevî ku wî çek hilnedaye, lê ji wî re gotin ku ew tenê karekî rûtîn e.ʹʹ

Li gorî E.E. ew rêveberê dibistanê piştî 6 mehan ji pêkanîna “lihevkirinê”, ew bi tawana “terorê” hat girtin û sal û nîvek li girtîgeha Seydnaya ma û piştî ku 3 mîlyon û nîv lîreyên Sûriyê wek rişwet da, serbest hat berdan.

Her wiha E.E. çîroka endezyarekî ku li Xûtayê dima bi bîr xist û got, piştî derketina çeteyên dagirkeriya Tirk ji Xûtayê û kontrolkirina wê ji aliyê hikumeta Şamê ve, tev li ʹʹLihevkirinanʹʹ dibe, lê piştî demekê dîsa bi tawana “terorê” hat girtin.

E.E. destnîşan kir ku tawana terorê ji herkesî re amade ye, armanc jî gelek in, weke şajtanê ji bo standina pereyan li beramberî serbestberdanê yan jî girtina dozan ku sûcdarên wan ên rastîn serbest hatine berdan.

RAPORÊN NERAST Û BÊ BELGE

E.E. diyar kir ku di sala 2018’an de hejmara girtiyan gihîşt nêzî 12 hezar û 800 kesî, di her odeyekê de 100 heta 120 kes hebûn ku bi rengekî xerab û zehmet li kêleka hev xew dikirin.

Der barê hejmara çekdaran de ku li dijî hikûmeta Şamê çek hildane û tawana terorê li dijî wan hatiye birîn, E.E. diyar kir ku ji 12 hezar û 800 girtiyan, 700 girtî bi van tawanan girtî ne û yên mayî, sivîl in ku çek ranekirine. Hemû jî li gorî raporên ne rast û bê bingeh hatine girtin.

"DADGEHA TERORÊ YAN TU YÊ MÎLYONAN BIDÎ YAN TU YÊ 2 SALAN BIMÎNΔ

Di berdewama gotina serpêhatiya xwe de E.E. daxuyand ku di girtîgeha Edrayê de, li zîndanê serçeteyekî dagirkeriya Tirk hebû û bi eşkere xwe wiha dida nasîn.

E.E. got: “Rojekê wî serçeteyî ji me re got ku wî bêsûciya xwe bi pereyan kirî û dê piştî çend rojan serbest were berdan. Destpêkê me bawer nekir, lê piştî 2 rojan bi rastî bi bêsûciyê serbest hat berdan, gava me jê pirsî te çiqas pere dan got 18 mîlyon lîreyên Sûriyê.”

E.E. wiha anî ziman: “Tê bîra min wî serçeteyê dagirkeriya Tirk berî 2 rojan ji derketina wî hevokek got; Dadgeha terorê… yan tu yê mîlyonan bidî yan jî tu yê 2 salan bimînî.”

ʹXWESTIN BI 20 MÎLYONAN AZADIYA MIN BIFIROŞIN MINʹ

E.E. wiha axaftina xwe domand: “Piştî vê bûyerê min agahî da malbata xwe da ku bi heman awayî min jî derxin, anku bertîlan bidin hin aliyên hikumeta Şamê û ji nav wan dadgerê dadgeha terorê.

Bi rastî malbata min, bi kesên bi bandor re têkilî danîn. Ji malbata min re gotin heke bi milyonan pere û parêzeke ji aliyê wan hebe ku li ser biha dan û standinê bike, pirsgirêk hêsan e."

Piştî ku parêzerek ji aliyê wan kesên bi bandor ve hat erkdarkirin, parêzer 20 mîlyon lîreyên Sûriyê li hember azadiya E.E. dixwaze ku li beramber her salekê divê milyon lîreyên Sûriyê bidin û ji ber ku malbata wî nekarî ev miqdar pere dabîn bike, û piştî ku sûd ji efûyê girt E.E. li şûna 20 salan, di girtîgeha Edrayê de zêdetirî 4 sal û nîv dimîne.

E.E. destnîşan kir ku dadmendî li Sûriya Esed êdî bi pereyan tê kirîn û firotin, azadî jî bi pereyan tê kirîn.

Di dawiya axaftina xwe de got: “Ji ber ku welat edalet ji min re pêk neanî, ez bi welat û welatparêziya xwe nehasim. Welat ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tê birêvebirin.”

(mh)

ANHA