​​​​​​​Li Sweyda li dijî hikumeta Şamê xwepêşandan

Şêniyên Sweyda ji bo şermezarkirina rewşên jiyanî û xizmetguzarî yên paşketî, xwepêşandan li dar xistin.  Her wiha gef xwarin heke daxwazên wan neyn cih, dê xwepêşandanan zêde bikin.

​​​​​​​Li Sweyda li dijî hikumeta Şamê xwepêşandan
19 îlon, 2022   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sweydayê xwepêşandanên mezin çêbûn û bi dehan şênî tev lê bûn û rewşa jiyanî û xizmetguzarî yên xerab şermezar kirin. Xwepêşandêran rêya sereke, rêya Şam û Sweydayê ya nêzî gundê Hezim ê bakurê Sweydayê qut kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyê (SOHR), xwepêşandêran derfet dan qayîmmeqamê Sweydayê û hikumeta Şamê ku pêdiviyên pêwîst weke mazot, benzîn, gaz û avê peyda bikin. Her wiha gef li wan xwar ku heke daxwazên wan bi cih nenin, dê  xwepêşandanan zêde bikin.

Komeke çalakvan duh, li ser marpalên tora civakî bang li şêniyên gund û bajarên Sweydayê kirin ku tev li xwepêşandanê bibin û daxwaza başkirina xebatên xizmetguzarî weke av, kehrebe, mazotê bikin. Her wiha xwepêşandan li dijî hilbijartinên meclisên herêmî çêbûn û du navendên hilbijartinan hatin girtin.

(dm)