Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî werşeya`Jin û Aştî` li dar xist

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî ya taxa Şêxmeqsûd a Heleb, ji bo nîqaşkirina girîngiya aştiyê di civakan de û pêşengiya jinan di pêkanîna wê de, werşeyeke kar bi dirûşma “Jin û aştî” li dar xist.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî werşeya`Jin û Aştî` li dar xist
19 îlon, 2022   14:50
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Ji bo xuyakirina girîngiya aştiyê di civakan de û rola jinan di pêkanîn wê de, Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, werşeyeke kar li dar xist.

Di werşeyê de bi dehan partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, rewşenbîr û saziyên sivîl beşdar bûn, piştre hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî, Leyla Xalid naveroka werşeyê şîrove kir.

Leyla Xalid bal kişand ser pêwîstiya civakan bi aştiyê û girîngiya piştgiriya hişmendiyên ronak û got: “Parastina nirxên însanî û civakî dê rê li ber bidestxistina azadiyê veke ku di encamê de aştî jî pêk tê.”

"ROLA JINAN DI PÊKANÎNA AŞTIYÊ DE”

Leyla Xalid behsa rola jinan di pêşxistina civakan û pêkanîna aştiyê de kir û wiha axivî: “Di destpêka civaka xwezayî de jin bi berdewamî û domdariya jiyanê bawer dikir û wê civak bi pêş xist.”

Leyla Xalid teqezî bi rola sereke ya jinan di avakirina malbat û civakan de kir û got: Jin êdî roleke civakî ya mezin di hemû aliyan de û li ser hemû astan dilîze.

Leyla wiha domand: “Divê tevahiya jinan di biryarên aştî û ewlehiyê de xwedî rol bin û li hember zehmetiyên civakî, çandî û siyasî bisekinin.”

PIRS… BERSIV JÎ JIN E

Piştî xwendina naveroka mijarê, beşdaran xwe dabeşî 3 koman kir, hey komek bersiva pirsên li jê dan ku ji aliyê endama malbendê Şîrîn Dawûd ve hatin xwendin; Civaka xwezayî, civaka kapîtalîst a çînî, modernîteya demokratîk, sedemên meylên jinan ber bi aştiyê ve, şert û mercên ku dehf danê da ku li azadiya xwe bigere di serdemên çînî û kapîtalîst de.

Beşdaran di dawiyê de bersivên xwe par ve kir û lihev kir ku pêşketina civakan bi hebûna aştiyê tê de û tevlêbûna jinan di hemû aliyan de ve girêdayî ye û bê jin aştî ne pêkan e.

(mh)

ANHA