​​​​​​​Asayîşa Silêmaniyê nehişt parêzer ji bo rêber Ocalan daxuyaniyê bidin

Asayîşa Silêmaniyê nehişt parêzerên Başûrê Kurdistanê ji bo rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin.

​​​​​​​Asayîşa Silêmaniyê nehişt parêzer ji bo rêber Ocalan daxuyaniyê bidin
19 îlon, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 14’ê Îlonê de ji welatên cuda yên cîhanê 385 parêzeran ji bo serdana rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dabû. Parêzeran li Brukselê bi civîneke çapemeniyê ev daxwaz pêşkêş kiribû. Parêzerên ji 22 welatan rewşa li Îmraliyê wek ‘tecrîdeke taybet û cihêkar a li ser Abdullah Ocalan’ nirxandibû.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê kampanyayek dan destpêkirin. Endamê Desteya Amadekarî ya Kampanyaya Parêzeran Şoreş Xidir ragihand ku biryar bû îro li ber Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn, lê asayîşê destûr neda.

Şoreş Xidir ji Rojnewsê re axivî û got: “Asayîşê ji me re got bi tu awayekî nabe ev daxuyanî were dayîn. Wek hincet jî dibêjin we destûr negirtiye, me jî ji wan re got ev ne xwepêşandan an jî çalakiyek cuda ye, lê ku pêwîst be em dikarin destûr jî bigirin. Lê ji me re gotin eger destûra we hebe jî em nahêlin hûn daxuyaniyê bidin. Jixwe beriya em biçin jî asayîş li ber derê dadgehê kom bûbû.”

Şoreş Xidir di dawiya axaftina xwe de got: “Zêdetirî 44 parêzeran li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê kampanya îmze kiriye. Em ê li cihekî din der barê encamên kampanyayê de daxuyaniyekê bidin.”