Li Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê, xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Li Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin
19 îlon, 2022   12:01
KOBANÊ

Şêniyên herêma Firatê ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên duh ku li ser Kobanê û gundewarên wê hatin kirin, ji Qada Jina Azad a navenda bajarê Kobanê dest bi xwepêşandaneke girseyî kir.

Xwepêşanderan wêneyên rêber Ocalan rakirin û dirûşmên şermezarkirna dagirkeriyê berz kirin.

Xwepêşander ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan. Li Qada Şehîd Egîd a li navenda Kobanê, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê, Mizgîn Xelîl axivî û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û êrişên li ser herêmê protesto kirin.

Mizgîn Xelîl her wiha got: "Rêber Ocalan ji tunebûnê jiyaneke azad ji bo gelên herêmê afirand û bi ramanê xwe yên azad projeya neteweya demokratîk afirand ku bi saya wê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re azad û dûrî nîjadperestiyê dijîn."

Mizgîn Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Projeya rêberê azad, projeyên faşîst têk birin û ji ber vê jî komplo li dijî wî kirin, lê komploya wan a dûrxistina wî ji gelê herêmê têk çû. Îro, piştî ku nekarîn ramana wî ya azad kontrol bikin ku hemî qedexe şikand, tecrîdê li ser wî girantir dikin."

'RÛSYA JÎ DI VAN ÊRIŞAN DE ŞIRÎKÊ DAGIRKERIYÊ YE'

Mizgîn Xelîl wiha bal kişand ser êrişên ku li ser herêmê tên kirin û got: "Îro dewleta dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê zêde dike da ku hemû kesên ku îdeolojiya rêber Ocalan qebûl kiriye, ji holê rake. Rûsya jî bi bêdengiya xwe şirîkê dagirkeriyê ye di van êrişan de, dem hatiye ku wijdanê xwe li hember kesên ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê têk birin, şiyar bike."

Xwepêşandan bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

 (hs)

ANHA