​​​​​​​Li asîmanê Mexmûrê tevgera balafirên keşfê û şerê heye

Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê siharê ve liv û tevgerek balafirên keşfê û şer heye.

​​​​​​​Li asîmanê Mexmûrê tevgera balafirên keşfê û şerê heye
19 îlon, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê ragihand ku ji danê siharê ve li ser Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balafirên keşfê digerin û dem bi dem dengê balafirên şer jî li herêmê tê bihîstin.

Nayê zanîn ka balafirên li asîmanê herêmê digerin girêdayî kê ne.

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di 29’ê Tebaxê de balefirek bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Mexmûrê malek bombe kiribû. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah ku bavê 6 zarokan bû şehîd bû.