​​​​​​​Ambulans nedan malbata Bariş Keve ku li girtîgehê hatibû qetilkirin

Bariş Keve li hucreyeke yekkesî ya Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatibû qetilkirin. Dema ku malbat çû cenazeyê wî wergire, ambulans nedan malbatê.

​​​​​​​Ambulans nedan malbata Bariş Keve ku li girtîgehê hatibû qetilkirin
19 îlon, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bariş Keve (25) di Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê de girtî bû û di 18’ê Îlonê de li hucreya yekkesî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Malbat bi şev çû Meletiyê.

Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî. Piştî otopsiyê cenaze teslîmî malbatê hate kirin.

Hatibû diyarkirin dê Saziya Tipa Edlî ambulansê bide malbatê, ji ber zextên polîsan ên ku li ber derî kom bûbûn, Saziya Tipa Edlî ambulans neda.

Malbatê bi wesayîteke taybet cenazeyê Keve wergirt û ber bi navçeya Şaxê ya Wanê bi rê ket.

Malbat herî dawîn di 16’ê Îlonê de bi Bariş Keve re bi telefonê axivîbû. Birayê wî Îlkhan Keve diyar kir di axaftina telefonê de rewşeke neyînî tunebû. Di mehên dawîn de cenazeyê gelek girtiyan ji girtîgehê derket. Şahid û delîlên cîddî hene ku girtî li girtîgehan tên qetilkirin.

Dewletê li ser îfadeya ‘şahidê veşartî’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bariş Keve birîbû. Keve li Edîrneyê hatibû girtin û 5 roj berê tevî 5 girtiyan sewqî Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatibû kirin. Keve di hucreya yekkesî de bû.