Dagirkeriya Tirk çiyayê Metîna û gundekî Amêdiyê bombe kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker deverên li Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Dagirkeriya Tirk çiyayê Metîna û gundekî Amêdiyê bombe kirin
19 îlon, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê siharê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker rêzeçiyayên Metîna, gundê Sekirîn ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kirin.

Agahiyên têkildarî encamên bombebaranê nehatin bidestxistin.