Rûsya û Çînê li ser xurtkirina tevkariya parastinê li hev kir

Rûsyayê ragihand ku wê bi Çînê re li ser zêdekirina tevkariya parastinê di navbera her du welatan de li hev kiriye.

Rûsya û Çînê li ser xurtkirina tevkariya parastinê li hev kir
19 îlon, 2022   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya û Çînê li ser zêdekirina hevkariyê bi rêya wezaretên parastinê ji bo pêkanîna perwerde û dewriyeyên hevbeş, her wiha li ser xurtkirina peywendiyên di navbera desteyên giştî yên erkanê de li hev kiriye.

Bi beşdariya nûnerên wezaret û dezgehên Komara Gel a Çînê, hevdîtin di navbera Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev û endamê Polîtburoya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê Yang Jiechi de, li bajarê Nanping ê kantona Fujian pêk hatin.

Di daxuyaniya Meclisa Ewlehiyê ya Rûsyayê de hate gotin: "Her du alî li ser hevkariyên zêdetir di navbera rêveberiyên leşkerî de, perwerde û dewriyeyên hevbeş, her wiha li ser xurtkirina peywendiyan di navbera desteyên giştî yên erkanê li hev kirin."

Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nîkolay Patrûşev got: “Moskova û Pekîn daxwaza avakirina pergaleke cîhanî ya edaletir û geşkirineke azad ya serdestiya welatan a li ser bingeha nasnameya wan a taybet xwe dikin, lê welatên rojavayî vê yekê red dikin ku hewl didin nirxên xwe yên sexte li ser hesabê berjewendiyên gelên cîhanê ferz bikin."