Xistin hucreyê û qetil kirin

Girtiyê siyasî Bariş Keve li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, di hucreya yekkesî de ku hefteyek bû lê dihiştin, hate kuştin.

Xistin hucreyê û qetil kirin
19 îlon, 2022   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bariş Keve (25) ê li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, li hucreya yek kesî hate kuştin.

Rêveberiya girtîgehê saet di 22:00`an de li malbata Keve ya li navçeya Şax a Wanê geriya û îdîa kir ku Bariş Keve xwe kuştiye.

Malbata Keve ji Şaxê berê xwe da Meletiyê.

Kekê Keve Îlkkan Keve got, herî dawî 16'ê Îlonê roja Înê bi rêya telefonê bi Bariş Keve re axivî û rewşeke wî ya neyînî tune bû.

Keve ku der barê wî de cezayê 6 sal û 3 mehan hatibû birîn, li Edîrneyê hatibû girtin. Keve beriya 5 mehan sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatibû kirin. Hefteyek jî bi bahaneya 'sûcên dîsîplînê' ew xistibûn hucreya yek kesî.