​​​​​​​Ji 5`ê Îlonê ve navendên Reqayê rojane derdora 250 ton pembo werdigirin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê wergirtina pembo ji cotakaran didomîne. Hevserokatiya şîrketê eşkere kir ku ew rojane derdora 250 ton pembo werdigirin.

​​​​​​​Ji 5`ê Îlonê ve navendên Reqayê rojane derdora 250 ton pembo werdigirin
19 îlon, 2022   06:33
REQA

Li Reqayê pembo piştî genim, hilberîneke stratejîk e ku gelek cotkar wê diçînin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê, ji bo wergirtina hilberîna pembo ji cotkaran, navenda pembo li bakurê bajêr diyar kir.

Ji 5`ê Îlonê ve cotkarên Reqayê dest bi radestkirina berhemên xwe kir. Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê rojane pembo ji 35 cotkaran werdigere.

Têkildarî vê mijarê hevserokê şîrketê Ehmed El Elî got: “Em vê berhemê werdgirin ji ber ku ji aliyê aborî ve stratejîk e. Her wiha destekê dide kargeha zeytê ya herêma Cizîrê.”

El Elî destnîşan kir ku li navenda pembo werdigrin û yekîneyên çandiniyê yên Reqayê ruxsetan didin cotkaran û got: “Wergirtin baş e û rojane 200-250 ton tê wergirtin.”

Gerînendeyê navenda pembo Fethî El Hesen jî got: “8 kesên ku li Hesekê hatin perwerdekirin, pembo ji cotkaran werdigirin, asta şiliyê di pembo de û cureya wê diyar dikin. Em ji saet 07:00`an heta 17:00`an pembo ji cotkaran werdigirin.”

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê kirîna kîloya pembo bi 4 hezar û 300 lîre diyar kiribû.

(dm)

ANHA