​​​​​​​QSD’ê: Li Eyn Îsayê 3 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kirin ku li Eyn Îsayê di dema parastina navçeyê de ji êrişên dagirkeriya Tirk şehîd bûne û soza tolhildanê û domandina têkoşînê li ser şopa wan da.

​​​​​​​QSD’ê: Li Eyn Îsayê 3 şervanên me şehîd bûn
18 îlon, 2022   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şevanan eşkere kirin ku di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser Eyn Îsayê de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên me, operasyonên xwe li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst didomîne, hemwextî wê jî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibe.

Şervanên me bi lehengî êrişên dagirkeriya Tirk têk dibin û derbeyên giran li rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dixin û şaneyên wê yên veşartî ji hev dixin, ku piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Hol encam da, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî hêzên me zêdetir bûn.

Di dema têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk de, 3 hevrêyên me piştî ku bi xwîna xwe destanên fedakariyê nivîsîn û heta dawiyê li çeperên şer li ber xwe dan, gihîştin asta şehadetê.

Hevrêyên me Îbrahîm Mihemed Berho (Gîvara), Ehmed Hemed El Şawî (Zagros) û Hecî Xelîl Mihemed (Çiya Kobanê) di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li dijî Eyn Îsayê de, şehîd bûn.

Em sersaxî ji xwe û malbatên hersê şehîdan û tevahiya gelê xwe re dixwazin û soz didin ku em tola xwîna wan a paqij hilînin û li ser şopa wan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan têkoşînê bidomînin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê şoreşgerî: Gîvara

Navê û paşnav: Îbrahîm Mihemed Berho

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Melha 2003`ê

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan

Navê şoreşgerî: Zagros

Nav û paşnav: Ehmed Hemed El Şawî

Navê dayikê: Firyal

Navê bav: Hemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa 1998`an

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan

Navê şoreşgerî: Çiya Kobanê

Nav û paşnav: Hecî Xelîl Mihemed

Navê dayikê: Xanim

Navê bav: Xelîl

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê 2000

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan

(mh)