​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kir

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, kuştina keça kurd Jîna Emînî (Mehsa) bi destê hêzên desthilatdariya Îranê şermezar kir û bang li dadgeha navneteweyî kir ku komîteyeke lêpirsînê rêke da ku di doza kuştina wê de lêpirsînê bike. Însiyatîfê teqezî bi yekirina hewldanên jinan û mezinkirina têkoşîna wan li hember hemû cureyên zordestî, qirkirin û dagirkirinê kir.

​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kir
18 îlon, 2022   15:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê, têkildarî kuştina keça kurd Jîna Emînî (Mehsa) a 22 salî, daxuyaniyek da.

Însiyatîfê got: “Pergalên navendî yên serdest ku li ser fikrê baviksalarî, ol û netewperestî ava bûne, mirovahî ber bi tehlukeyê ve birin. Aloziyên cidî di hemû aliyên jiyanê de afirandin. Ji ber ku xwe dispêrin înkarkirin, dûrxistina aliyê din û qirkirina nasnameyan.

Zihniyeta baviksalarî, hewl da hebûn, hêz û vîna jinan têk bibe. Ji ber wê ol bi kar anî da ku xweseriya xwe ya zordest biparêze. Di bin vî navî de, hemû cureyên çewisandinê li dijî jinan bi kar anîn û hêviyên wê yên ber bi azadiyê ve têk birin.

Her wiha di çarçoveya olê de, van pergalan, her tişt ji mêran re mubah kir û li jinan qedexe kir. Êdî jin bû teşeyek bê cewher û bê vîn. Serê wê û rûyê wê girt mîna ku bû milkek taybet a mêran e. Beyî ku ya xwe be. Ji ber vê yekê, ev pergal ji cewhera rastîn a olê dûr ket ku li ser nirxên exlaqî ava bûye.  

Ev zihniyeta paşverû û bi şid a li her derê, pergalên herêmî, zordest, hêzên kapîtalîst û emperyalîst hêz didiyê û xwe dispêre afirandina aloziya, da ku binesaziya civakan parçe bike, sûdê ji nakokiyan bigire û bi hêsanî, civakan bixe bin xizmeta xwe û berjewendiyên xwe.

Li Efganistanê jin rojane ji aliyê Tevgera Talîbanê tên hedefgirtin. Jin qurbana herî mezin e, I li Filistînê, yan jî li çolistanan, jinên êzidî, asûr û heta erebî dema kuştina wan û frotna wan helal kirin. Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî fermandar û pêşengên kurd, kiryarên komên alîgirên wê li herêmên dagikirî li dijî jinan xuya ne.

Ev zihniyet û ya dewriyeya “polîsên exlaq” yên Îranê ku keça Kurd Mehsa Emînî (22) qetil kir, ne cuda ye.

Em vê bûyerê û van pergalan şermezar dikin. Em bang li dadgeha navneteweyî dikin ku komîteyeke lêpirsînê rêke da ku di bûyera qetilkirina wê de lêpirsînê veke û kujeran darizîne.

Ev pergal ji zanabûna komî ya têkoşîna hevbeş a jinan ji bo piştevaniya doza xwe li ser asta cîhanê ditirsin. Ji ber wê asta hovîtî û bikaranîna rêbazên çewisandinê zêdetir dike da ku rê li pêşiya serhildaneke jinan yan jî berxwedan an jî şoreşeke jinan bigirin ku armanc dike guhertinê pêk bîne.

Em bang li jinan li Rojhilata Navîn, Afîrka û heta cîhanê bi giştî dikin ku hewldanên xwe bikin yek, piştevaniya jinan li her derê bikin, têkoşînê mezin bikin û mekanîzmeyên parastinê yên xweser li hember hemû cureyên zordestiyê, dagirkirinê û qirkirinê ava bikin.”

ANHA