Şêniyên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşdan kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê îro li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xistin, tê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kirin ku sûcên şerên yên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, rawestînin.

Şêniyên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk xwepêşdan kir
18 îlon, 2022   11:46
DÊRAZOR

Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê li çerxeryêa bajarê El Kesre kom bûn û pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, Em destekftiyên şoreşê biparêzin” rakirin.

Xwepêşandêr bber bi Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê ya li bajarê El Kesre ve meşiyan û bênavber dirûşmeyên banga derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê dikin, berz kirin.

Li wê derê, endamê rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Ebûd El Eran bi navê Meclisa Herêma Rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de êrişên dagrikeriyê yên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezar kirin û hat gotin: “Armanc dagirkirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê, bicihkirina hinekên din li şûna pêkhateyên resen e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, gefeke yekser li ser jiyana bi milyonan welatiyên herêmê çêdike.

Hat diyarkirin ku destdirêjiya li ser çi herêmên dereveyî Tirkiyê, binpêkirina qanûna navneteweyî û gefeke yeser li ser şêniyên herêmên hatine hedefgirtine û wiha dewam kir: “Hedefgirtina gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrên li herêmên xwe yên resen ji aliyê dewleta Tirk ve hedefgirtineke komî û sûcekî dermivovî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên peywendîdar hat kirin ku tavilê destwerdan bikin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, rê li projeyên Tirkiyê yên mêtîngeriyê li herêmê bigirin û li ser sûcên şer ên ku pêkanîna û binpêkirina qanûnên navneteweyî, Erdogan darizînin.

Her wiha banga derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û ewlekirina herêmên Rêveberiya Xweser û şêniyên wê ji aliyê civaka navneteweyî ve, hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “em bang dikin ku binesaziyeke guncaw û bêalî ji bo pêkanîna dan û standinan di navbera hemû aliyan de bê peydakirin, da ku çareseriyên demokratîk bên dîtin û şerê li herêmê bi dawî bibin û bi rêya bi misogerkirina navneteweyî hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.”

ANHA