Navneda Ragihandina YPG`ê: Em ê ked û fedekariya rêheval Amara ti carî ji bîr nekin

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê şehîd Amara Ronahî ya ku 2014`an beşdarî şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbû û demekê di xebatên wan de cih girtibû, bi bîr anî û got: “Bi objektîfa xwe dijwariya şerê Rojava û berxwedaniya şervanan ji tevahî cîhanê re teyîsand.”

Navneda Ragihandina YPG`ê: Em ê ked û fedekariya rêheval Amara ti carî ji bîr nekin
18 îlon, 2022   10:10
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di 15`ê Îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku fermandar Amara Ronahî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di Tebaxa 2022`yan de gihîştiye asta şehadetê.

Navenda Ragihandinê ya Yeknîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê fermandar Amara Ronahî bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî bi ked, fedekarî û lehengiyeke bê eman hate avakirin. Di kêliyên herî zor ên şerê dagirkeriyê de bi hezaran ciwanên Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan qadên cenga Rojava û bi zanebûna ku xeteriya li ser Rojava xeteriya li ser tevahî Kurdistanê ye bi wêrekiyeke mezin şer kirin û destanên qehremaniyê nivîsandin. Bêguman di rojên herî teng û xeter de gerîlayên hêzên parastina gel ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşt û bajaran û canê xwe li hember çeteyên DAİŞ’ê kirin mertal. Yek ji wan gerîlayan jî şehîd Amara Ronahî bû, bi navê xwe yê rast Gamze Laçîn.

Rêheval Amara ya ku di sala 2014’an de ji çiyayên Bakurê Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanê, şahidî ji hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê re kir û bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û tevî rêhevalên xwe, mizgîniya azadkirina bajarê Kobanê da gelê Kurd û tevahî cîhanê.

Bi qasî ku rêheval Amara di nava dijwariya şer de, ked û fedekariyeke mezin raber kir, ewqasî jî kedeke wê ya mezin di nava kar û xebatên Navenda Ragihandina YPG’ê de jî çêbû. Mîna rêheval Agirî, Eylûl, Heqî, Xerîb û Canşêr, heval Amara jî bû dengê şervanên YPJ û YPG. Bi objektîfa xwe dijwariya şerê Rojava û berxwedaniya şervanan ji tevahî cîhanê re teyîsand.

Di kêliyên şopandina wê ya di şer de bi taybet li hemberî êrîşên li ser jin û zarokan pir hişyar bû. Êşa wan, zilma li ser wan wek zilma li ser xwe didît û ji bo wê çi pêwîst dikir, bê teredut, bê hesab kar û xebat dida meşandin.

Rêheval Amara di pêvajoya xwe ya ragihandinê de careke din bi rola xwe ya pêşengiyê rabû û di her beşên xebata ragihandina YPG’ê de bi awayek aktîf cihê xwe girt. Di hemû kêliyên jiyanê de, di nava hevrêyên xwe de bû. Carna bi tembûra xwe, carna bi dengê xwe yê zelal, carnan jî bi vegotina bîranînên xwe yên şerê Kobanê kete dilê hemû hevrêyên xwe. Bi her awayî şopeke ku nayê ji bîrkirin di dil û mejiyê me de ava kir. Di navenda ragihandina YPG’ê de sekna jina ku pêşengiya jiyan, tekoşîn û şoreşê dike bi dilnizmiyeke mezin temsîl kir. Di kar û xebatên xwe yên ragihandinê de jî ruhê berxwedaniya Kobanê, qehremaniya hevrêyên xwe û heqîqeta jiyana şervanên azadiyê, heqîqeta şoreşê malê dîrokê kir. Wek navenda ragihandina YPG`ê heger em gihane van rojan û bi awayek berfireh kar û xebatên xwe di her qadê de didin meşandin, ev bi saya keda rêheval Amara û keda bi dehan şehîdên ragihandina YPG’ê ye.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê rêheval Amara Ronahî de tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û soza şopandina dengê rastiyê nû dikin. Em ê bi pênûs û objektîfa ku me ji wan dewr girtiye bibin dengê azadî û heqîqetê.”

(cx)