Artêşa Tirk a dagirker gelek dever li Qamişlo û Amûdê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan gelek gundên li ser xeta sînor yên ji navçeya Amûdê û heta Tirbespiyê bi hawanan topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gelek dever li Qamişlo û Amûdê topbaran kirin
18 îlon, 2022   07:40
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker gundê Cirnikê yê rojavayê bajarê Amûdê bi du topan hedef girt, tu agahiyên li ser zirarên canî nehatin bidestxistin.

Li bajarê Qamişlo jî, artêşa Tirk a dagirker gundê Til Zîwan ê rojhilatê bajêr û bajarokê Hîmo ê rojavayê Qamişlo topbaran kirin. Agahiyên li ser zirarên canî nehatin bidestxistin.

Artêşa dagirker her wiha gundê Rûtal ê Suryanan ê li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê ku 3 km dûrî navçeyê ye, topbaran kir.

Ev yek di çarçoveya berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujî û sûcên şer li dijî welatiyan de, pêk tê.

(cx)

ANHA