Meşa li Kobanê ji ber topbarana artêşa dagirker hate taloqkirin

Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê, meşa ku dihat payîn îro li bajarê Kobanê bê lidarxistin ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê kantona Kobanê, taloq kir.

Meşa li Kobanê ji ber topbarana artêşa dagirker hate taloqkirin
18 îlon, 2022   07:47
KOBANÊ

Dihat payîn ku îro welatiyên herêma Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan saet di 11:00’an de ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê, dest bi meşeke girseyî bikin.

Lê li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji endamekî Komîteya Çalakiyan a Herêma Fiartê wergirtine, meş ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundewarên kantona Kobanê hatiye taloqkirin.

(hs)

ANHA