Hêzên dagirker bi dijwarî êrişî gundên Eyn Îsa  û Girê Spî dikin

Hemwextî êrişên li ser gundên Zirgan û Kobanê, hêzên dagirker gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran dikin.

Hêzên dagirker bi dijwarî êrişî gundên Eyn Îsa  û Girê Spî dikin
18 îlon, 2022   07:30
NAVEND NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda yê bakurê bajarokê Eyn Îsayê, Mişêrfê, Cehbel û Fatsa yên rojhilatê bajarokê û gundên  Hoşan, Dixêlîb û Dibis ên rojavayê bajarokê yê li ser rêya M4  bi obîsan topbaran dikin.

Di heman demê de gundên Qirunfil, Xirbet Beqer, Bîr Zinar û Evdiko yên Girê Spî jî bi dijwarî dane ber topan.

Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê digerin.

ANHA