Emîne Omer: Komxebatên şêwirê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destpêkek e

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer diyar kir ku komxebatên şêwirê yên Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê girîng in. Her wiha destnîşan kir ku ev komxebat dê lidarxisitna kongerya hêz û kesayetên demokratîk berdewam bikin, ku dê ji bo çareseriya li Sûriuêy bibe destpêkek.

Emîne Omer: Komxebatên şêwirê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê destpêkek e
18 îlon, 2022   07:04
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji bo parvekirina nêrînan têkildarî girîngiya nasnameya nîştimanî ya komker a Sûriyê ku dê bibe zemîneke bingehîn a sekna li hember êrişên derve, her wiha ji bo destpêkirina diyalogeke giştî, lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên demokratîk ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, Komîteya Amadekar a kongreyê ji demekê ve gelek komxebatên şêwirê bi hêz û kesayetên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê re li dar xistin.

Ji bo temamkirina komxebatên şêwirê, komîteyê li Reqa, Heleb û Qamişlo bi tevlêbûna bi dehan siyasetmedaran, dîplomatan, rewşenbîran, nivîskaran û çalakvanan li dar xistin.

Di wan komxebatan de, gelek mijarên sereke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, geşedanên siyasî, pêwîstiya çareseriya siyasî, nasnameya nîştimanî ya komker û girîngiya nenavendîbûnê ji bo pêşeroja Sûriyê hatin nîqaşkirin.

GIHANDINA ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ

Ji bo nirxandina van her sê komxebatan, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ji ajansa me re axivî û got: "Ev komxebat li hundir hatin lidarxistin di çarçoveya temamkirina komxebatên Stockholmê de. Di van komxebatan de gelek xalên bingehîn û girîng ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin.”

Têkildarî nîqaşên di komxebatê de yên der barê asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê de Emîne Omer got: “Di roja yekemîn a komxebatê de, ev mijar hat nîqaşkirin. Nêrînên der barê de dewlemend bûn. Piraniya beşdarên komxebatê li hev kir ku diyaloga sûrî-sûrî, rêya herî serkeftî ya çareserkirina aloziyê ye. Yanî divê hemû sûrî li hev bikin û dest bi diyalogê bikin, li ser lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya sûrî ya giştî li hev bikin ku avakirina hêzeke siyasî yek ji armancên wê be û rê li pêşiya pêvajoya demkî veke.”

FERZKIRINA YEK NASNAME LI BEŞÊN CUDA YÊN SÛRIYÊ

Emîne Omer destnîşan kir ku lihevkirinek heye ku MSD`ê van komxebatan lidar bixe û lidarxistina wê berdewam bike heta ku nêrîna hemû aliyên Sûriyê dibe yek û lihev bikin.

Di komxebatan de, nîqaş li ser mijara nasnameya nîştimanî ya komker hat kirin. Têkildarî vê yekê Emîne Omer ev nirxandin kir: “Nêrînên cuda têkildarî vê mijarê hebûn. Rejîm sedema bingehîn e ku em negihiştin, nasnameyeke nîştimanî ya komker. Ji ber yek nasname û yek reng li beşên cuda yên Sûriyê ferz kir. Nasnameyên taybet jî paşguh kir. Ji ber wê alozî girêktir bû û gelek pirsgirêkên civakî li Sûriyê çê bûn.”

Di encamnameya Komxebata Şêwirê ya Qamişlo de li ser vê pênaseyê hat lihevkirin ku nasnameya nîştimanî ya komker, di bin banê xwe de pirrengiya olî, netewî, çand û civakî li ser bingeha hemwelatîbûna giştî ya azad kom dike. Ev nasname guhêrbar e, tevlihev û nerm e li ser bingeha naskirina aliyê din û qebûlkirina hev ava bûye û ji pişaftinê, têkilkirina bi zorê dûr dikeve.

TEŞEYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YA NENAVENDÎ

Emîne Omer balkişand ser nêrîn û pêşniyarên beşdarên komxebatê têkildarî nenavendîbûnê û got: “Nêrînên beşdaran di vî warî de gelek girîng bûn. Piraniya wan li hev kir ku divê Sûriya pêşerojê, ne navendî be. Ji ber ku pergala navendî ya bi şid, sedema sereke ya hemû pirsgirêkan e ku gelê Sûriyê ji ber wê gelek azarên kişandin. Lê nêrîn der barê teşe û cureya nenavendîbûnê cuda bûn ku dê bibe rêveberî yan cografî yan siyasî.”

NÎQAŞKIRINA MEKANÎZMEYA LIDARXISTINA KONGREYA HÊZ Û KESAYETÊN DEMOKRATÎK

Girêdayî dê hewldanên Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ji bo lidarxistina van komxebatan, berdewam bikin lê na Emîne Omer got: “Di 28`ê Îlonê de, dê civînek li Brukselê li dar keve. Ew beşek ji komxebata Stockholmê ye. Tebî wê gelek kesayet û hêzên demorkatîk beşdar bin ji bo nîqaşkirina mijarên sereke. Piştre wê di Cotmehê de rûniştana 4`an li Brukselê li dar keve. Dê diyar bibe, bê ka wê rûniştina 5`an hebe lê na. Piştre dê kongre li dar keve.”

Emîner Omer diyar kir ku dê beriya lidarxistina kongreyê, mekanîzmeya lidarxistina wê, hêza ku dê jê derkeve, navê wê dê çi be, werin nîqaşkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dê ev hêz beriya lidarxistina kongreyê li hev bicivin da ku mekanîzmeya kongreyê û navê hêza ku dê jê derkeve, deynin.”

Emîne Omer di dawiyê de got: “Serketina kongreya hêz û kesayetên demokratîk dê Sûriyê bigihîne zivirîneke din û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi giştî, dê bibe însiyatîfek.”

ANHA