​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Zor Mixar ê Kobanê topbaran dike-HATE NÛKIRIN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Zor Mixar ê rojavayê kantona Kobanê topbaran dike.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Zor Mixar ê Kobanê topbaran dike-HATE NÛKIRIN
18 îlon, 2022   07:03
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker îro (18`ê Îlonê) herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Artêşa dagirker gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê, navenda navçeya Zirganê û gundewarên wê yên bakur û rojava, gundewarên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê û gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran kirin.

Ev êriş piştî rojekê ji bidawîkirina qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê pêk tê, ku hêzên pêngavê “Koma El Hesbê” û “Eşbal El Xîlafe” bê bandor kirin.

Dewleta Tirk bi vê topbaranê hewl dide tola DAIŞ`ê hilîne, nexasim ku di pêngavê de têkiliyên xurt ên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a faşîst, piştgirî û prespektîfên ku şaneyên DAIŞ`ê ji herêmên dagirkirî digirtin, derketibûn holê.

Her wiha 15`ê Îlonê salvegera 8`emîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê bû.

(cx)

ANHA