Di topbarana li ser gundê Qeremox de ciwanek birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Qeremox yê rojhilatê bajarê Kobanê de ciwanek birîndar bû.

Di topbarana li ser gundê Qeremox de ciwanek birîndar bû-HATE NÛKIRIN
18 îlon, 2022   05:24
KOBANÊ

Gundê Qeremox (14 km li rojhilatê bajarê Kobanê) ji saet 07:30`ê sibehê ve ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bi topavêj û hawanan tê topbarankirin.

Di topbaranê de ciwanê bi navê Xelîl Bedr (18) birîndar bû û ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Kobanê.

ANHA