​​​​​​​Îsal dê waneyên olên êzdayetî û îslamê jî werin dayîn

Desteya Perwerde û Fêrkirinê waneyên êzdayetî û îslam jî xistin nava materyalên xwendinê, di heman demê de amadekariyên materyala ola xiristiyanê jî tê kirin.

​​​​​​​Îsal dê waneyên olên êzdayetî û îslamê jî werin dayîn
18 îlon, 2022   03:25
QAMIŞLO-RÊNAS REMO-GELHAT ANDOK

Di kongreya 9’an a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 2021’an de biryar hate dayîn ku waneya olî ya îslamî, êzdayetî û xiristiyanî di qonaxên seretayî û navîn de werin xwendin.

Ji bo wê komîte hatin avakirin û yekser dest bi amadekirina pirtûkên van waneyan kirin. Komîte ji hêla saziya materyalan û komîteya Akademiya Îslama Demokratîk ve ji bo amadekirina pirtûkên ola îslamê hatin hilbijartin û komîteya saziya materyalan û Nivîsgeha Olan a Mala Êzidiyan xebat li ser amadekirina pirtûka ola êzdayetiyê kir. Di heman demê de xebat bi komîteyên têkildar re li ser amadekirina pirtûka waneya ola xiristiyanê jî tê kirin.

/kr/uploads/files/2022/09/17/192357_-.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Materyalan Mekseb El Seyad ji ajansa ANHA’yê re axivî û wiha got: "Projeya amadekirina pirtûkan ne nû ye, ji destpêka amadekirina materyalên Rêveberiya Xweser ve hate pêşniyarkirin. Lê ji ber nebûna kadroyên pispor proje dereng ma. Her wiha fikrê amadekirina van pirtûkan heye, lê heta îsal ma û dê ev pirtûk îsal di destê xwendekaran de bin."

El Seyad wiha domand: "Em girîngiya aliyê ruhî ji bo welatiyên herêmê ku wek baweriyekê ye, baş dizanin. Ji ber wê me xwest ev pirtûk nûnertiya olan bikin û bibe encam ol û cewherê wê bi awayekî rasteqîn."

El Seyad ev tişt anî ziman: "Em hewl didin nîfşekî ku fikrên hev qebûl bikin, jiyaneke hevbeş bijîn, lêborîn, hezkirin û aştiyê belav bikin, bigihînin. Ew hemû taybetmendî jî di van pirtûkan de hene, ji ber ku nûnertiya cewhera van olan dikin. Komîteyên pispor ji bo amadekirina materyala olî ya pêkhateyên herêmê hatin hilbijartin."

El Seyad wiha domand: "Dê ev pirtûk li xwendekarên qonaxên seretayî û navîn werin belavkirin.”

El Seyad diyar kir ku dê pirtûkên waneya ola îslamê bi zimanê erebî ji pêkhateya Ereb re bin û dê ji pêkhateya Kurd re ji refa 6’an re bi zimanê kurdî bin. Lê pirtûkên ola êzidî jî ji refa 4’an re bin."

Li ser pirtûkên waneya ola xiristiyanê jî El Seyad wiha got: "Proje di pratîkê de ye û hewlên ji bo avakirina komîteyekê ku pirtûkên ola xiristiyanî çêkin, hene. Saziya Materyalan jî amade ye ku pirtûkên waneyên olan çêkin û tensîq ji bo yekê tê kirin."

PERSPEKTÎFÊN JI BO QONAXA AMADEHÎ

Hevserokê Saziya Materyalan Mekseb El Seyad wiha pê de çû: "Me girîngî da ku her xwendekar bawerî û ola xwe bixwîne û fêr bibe. Lê di aliyê qonaxa amadehî de perspektîfên me yên din hene, ew jî pirtûkên taybet ên ol û baweriyan in, da ku xwendekar bigihêjin qonaxeke zanabûnê piştî perwerdeyên bingehîn ên ol û baweriyên xwe baş zanîn û ji ol û baweriyên gelên din re amade bin."

Li ser pirtûkên waneya ola êzdayetiyê ku dê xwendekarên refa 4’an a qonaxa seretayî bixwînin û di dîroka Sûriyê de cara yekemîn e, wiha got: "Pirtûk azadiya baweriyan dide xwendekaran û ber bi pêş ve dibin. Ji ber ku ger pirrengî tune be, civak û şaristanî nayê gihandin û avakirin.”

‛ÊZIDÎ OLA XWE BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ HÎN DIBIN’

/kr/uploads/files/2022/09/17/192425_-.webp

Berpirsê komîteya amadekirina materyalan ola êzdayetiyê Nesîm Şemo jî da zanîn ku civaka êzidî di salên berê de ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê (kurdî) hatibû mehrûmkirin û piştî ragihandina Rêveberiya Xweser û piştî ragihandina kongreya 9’an a Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê îsal êzidî cara yekemîn di dîroka Sûriyê de bi zimanê xwe yê dayikê fêr bin.

Şemo li ser girîngiya vê biryarê wiha axivî: "Xwendekarên êzidî ol û çanda ne ya wan dixwendin, bi wê re nakokiyek li gel wan çêbû. Ew yek siyaseta ji hêla rejîmên dîktator ve bû da ku civata êzidî bihelînin. Heta di saziyên hikumetê û dadgehan de li gorî şerîeta îslamê dizewicîn. Piranî welatiyên civata êzidî ji nasnameya sûrî hatin mehrûmkirin û neçar man derkevin derve."

Nesîm Şemo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî biryarê, komîteyeke taybet bi hevkariya Mala Êzidiyan, Desteya Perwerdeyê û Saziya Amadekirina Materyalan hate avakirin û di çend mehên berê de piştî lêvegera li gelek kesayetên êzidî û akademîsyenan, pirtûka waneya ola êzdayetiyê ji refa 4’an a seretayî re hate amadekirin. Em niha hewl didin materyalên heta refa 6’an bi zimanê dayikê yê kurdî amade bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6QVYW75_d34" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>