Malbatên gerîlayên bi destê PDK`ê şehîd bûne: Ferqa Erdogan û PDK`ê ji hev nîn e

Xizmên gerîlayên HPG/YJA Starê ku hinek ji wan bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin, destnîşan kirin ku PDK`ê, Erdogan ji xwe kiriye bav û bira û gelê Kurd kiriye dijminê xwe û bang li gelê Başûrê Kudistanê kirin ku li ber siyasetên xiyanetkar ên PDK`ê rabin û bêjin êdî bese.

Malbatên gerîlayên bi destê PDK`ê şehîd bûne: Ferqa Erdogan û PDK`ê ji hev nîn e
18 îlon, 2022   00:46
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Ji Tîrmeha sala 2021`an û heta niha, PDK’ê 3 caran êrişî gerîlayên azadiyê kir. Êrişa yeekmîn 26`ê Tîrmeha 2021`an de pêk hatibû, koma ji 3 gerîlayên bi navên Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan pêk dihat, dema deverekê diçû devereke din, piştî ku gihaştine dehma Xelîfan têkilî pê re qut bûye. HPG`ê di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Li gorî agahiyên ku me ji gelê xwecih standiye hêzên bi ser PDK'ê ve dora komê pêçaye, van hêzan êrîş biriye ser wan û hin hevalên me şehîd bûne.”

Di 28’ê Tebaxa 2021’an de jî PDK’ê komek gerîlayên HPG-YJA Starê  ya ji 7 gerîlayan pêk dihat û dixwestin ji Qendîlê derbasî Behdînanê bibin, li ser Ava Zê xistin kemînê. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistibûn û di encamê de 5 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg û Serdem Cûdî şehîd bûbûn. Gerîlayê bi navê Heqî Zîlan ji bûyerê rizgar bûbû û piştî çend rojan xwe gihandibû yekîneyeke gerîlayan.

Herî dawî di  5’ê Îlonê danê êvarê de tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. HPG`ê têkildarî bûyerê daxuyanî dabû û tê de wiha gotibû: “Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrîşê de, 3 rêhevalên me şehîd bûn û 2 rêhevalên me jî birîndar bûn.”

Xwişkên gerîlayên HPG/YJA Starê yên ku hinek ji wan di dem û li cihên cuda bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin, têkildarî mijarê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Xwişka şehîd Reşîd Îbrahîm ê ku di 1992’yan de tev li refên tevgera azadiyê bûbû, Hêvîn Îbrahîm wiha axivî: “Birayê min şehîd Reşîd dema ku birîndar dibe derbasî bajarê Hewlêr dibe, wê demê hinek hevalên wî birîndar in li nexweşxanê tên dermankirin. Şehîd Reşîd ji bo biçe serdana hevalên xwe yên birîndar bike, bi destê PDK’ê li nexweşxaneyê tê şehîdxistin.”

TU FERQA ERDOGAN Û PDK`Ê NÎN E

Hêvîn Îbrahîm, bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya di salên 1990’î de ya li hember gelê Kurd û kiryarên wan ên salên dûr û dirêj bi bîr xist û ev tişt got: “Roja ku me bi fikrê rêber Apo xwe bi rêxistin kir û heta roja îro PDK dijminahiya me dike. Bi me xwişkên şehîdan tenê mabe heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Niha tu ferqa Erdogan û PDK’ê nîne.”

Hêvîn Îbrahîm wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bila Barzanî ji xwe fedî bike, dema balafirên dewleta Tirk li Zaxo didin û dixe stûyê gerilayan. Ji xwe balafirên gerîlayan tune ne, tenê çeka destê gerîlayan de hene. Tişta ku dihêle heta niha gerîla li çiyayên Kurdistanê şer bikin û li ber xwe bidin hêz û vîna gerîlayan e."

/kr/uploads/files/2022/09/17/192639_hvn-birahm-3.webp

Hêvîn bal kişand ser hevkariya PDK`ê di êrişên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla û gelê Kurd de û da zanîn bi dehan caran pêşmergeyên PDK`ê cilên lekşkerên Tirk li xwe kirine û ketine pêşiya leşkerên Tirk û berê xwe cihên gerila û wiha pê de çû: “Mala Barzanî ji bo berjewendiyên xwe, xiyaneta herî mezin li gelê Kurd dike. Ji vê îxaneta xwe jî şerm nakin. Gelek gerilayên me bi destê PDK’ê bi xiyaneteke mezin hatine şehîdxistin û canezeyên wan jî radestî malbatên wan jî nekirin. PDK, Erdogan ji xwe re dike bav û bira, gelê Kurd jî ji xwe re dike dijmin û pişta xwe bi Erdogan xurt dike.”

DIVÊ GELÊ BAŞÛR LI HEMBER SIYASETÊN PDK`Ê RABE

/kr/uploads/files/2022/09/17/192608_evn-temir-5.webp

Xwişka şehîd Tolhildan Raman a ku di 28`ê Tebaxa 2021`an di kemîna PDK`ê de şehîd bûye, Evîn Temir kiryarên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîlayên azadiyê şermezar kirin û wiha dest bi axivitna xwe kir: “ Qaşo PDK bi navê Kurdbûyînê radibe û dibêje em parêzvanê gelê Kurd in. Wê heta kengî li hember gelê Kurd îxanetê bike, ji salên 1990’î ve û heta roja îro bi xiyaneta wan zarokên, xwişk û birayên me şehîd dixe.”

Evîn destnîşan kir ku rojane li çiyayên Kurdistanê PDK ji dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike û êrişçgerîla dike û wiha domand: “Ruxmî ku şahidê bûyera Xelîfanê gerilayekî bi saxî digihêje hevalên xwe û bûyer bi çi rengî çêbûye ji raya giştî re parve kiribû jî, lê PDK’ê dîsa înkar kir û got; me nekiriye. PDK di xiyaneta xwe û hevkariya bi Erdogan re bi israr e.”

Evîn bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember van kiryarên PDK’ê rabin û ji mala Barzanî re bêjin ‘êdî bes e ji vê îxaneta we re’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “PDK siyasteke qirêjî li ser gelê Başûr dide meşandin. Divê êdî gelê me yê Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide. Divê gelê me dengê azadiyê, yekitiyê bilind bike. Em bi têkoşîneke hîn xurttir ber bi welatekî azad ve bimeşin.”

WÊ SIBE DOR BÊ PDK`Ê JÎ

/kr/uploads/files/2022/09/17/192623_gulsa-smet-2.webp

Xwişka her du şehîdan Mistefa û Ebdulkerîm, Gulşa Îsmet jî kiryarên PDK`ê şermezar kirin û ev tişt anî ziman: "Em îxaneta mala Barzanî qebûl nakin. Îro PDK bi hevkariya Erdogan zilmê li dijî gerilayan dike, ev nayê qebûlkirin. Ger ji bo yekitiya gelê Kurd destê xwe nede destê me, wê sibê dewleta Tirk a dagirker van kiryarên qirêjî bîne serê PDK’ê jî.”

Gulşa Îsmet bal kişand ser rastiya mala Barzanî û wiha pê de çû: “ Rast e mala Barzanî cil û bergên kurdî li xwe dikin, bi zimanê kurdî diaxivin, lê belê ne Kurd in. Ger Kurd bûna îro nedibû hevkarê dewleta Tirk. Em dibînin çawa cilên leşkerên dewleta Tirk a dagirker li xwe dikin û dikevin pêşiya leşkerên dagirker diçin li ser sengerên gerilayên me.”

Gulşa ev bang li gelê Kurd kir: “Banga min ji hemû gelê Kurd ê bi rûmet re ew e ku bila hemû destê xwe bidin hev û ji vê xiyaneta PDK’ê re bêjin êdî bes e.”

ANHA