​​​​​​​Hiqûqnas Şêx Muslim: Mafê hêviyê bûye rehînê durûtiya navneteweyî

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku qanûnên navneteweyî tenê li ser kazexan in, ne wisa bûya dewleta Tirk dê sûcên xwe li dijî rêber Abdullah Ocalan rawestandana. Şêx Muslim got li Tirkiyê tevî mafê hêviyê gelek mafên din jî tên paşguhkirin.

​​​​​​​Hiqûqnas Şêx Muslim: Mafê hêviyê bûye rehînê durûtiya navneteweyî
18 îlon, 2022   01:50
KOBANÊ

Dewleta Tirk a faşîst di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Herî dawî bi hinceta cezayên dîsîplînê, ew ji mafê hêviyê bê par hiştiye.

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim têkildarî mijarê got: "Dema ku kesek bi tawanên siyasî, cezayî, sivîl an jî leşkerî tê destgîrkirin, gelek maf û erkên wî hene. Ya pêşîn mafê wî heye ku parêzerekî ji bo parastina xwe bigire. Lê mixabin rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ragirtî ye û ji mafên herî biçûk jî bê par hatiye hiştin."

Têkildarî mafê hêviyê Şêx Muslim wiha axivî: "Mafê hêviyê di qanûnên têkildarî girtiyan de hatiye destnîşankirin. Li gorî mafê hêviyê, mafê hemû girtiyên mehkûmê cezayê muebbedê heye. Ev maf hêviyê dide girtî ku dibe rojekê were berdan. Lê mixabin ne tenê mafê hêviyê ji aliyê desthilata Tirk ve tê paşguhkirin. Gelek qanûn û biryarên navneteweyî hene ku li Tirkiyê nayên bicihanîn. Pêkneanîna qanûnan bi kurtasî diyar dike ku dewlet û dadgehên wê û zilamên qanûnên girêdayî desthilata siyasî ne."

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî biryarên ku li dijî rêber Ocalan û got: "Durûtiya ku civaka navneteweyî dide diyarkirin ku ew di rêza yekem de ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe dualî ye. Çavê xwe li binpêkirinên Tirkiyê yên li girtîgehan, di serî de girtîgeha Îmraliyê digire û ev tê wateya ku qanûn bûye amûra desthilatdaran da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."

‘QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ TENÊ LI SER KAXEZÊ NE’

Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku qanûnên navneteweyî tenê li ser kaxezan in, nemaze li gel bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî di parastina mafên gelan de û got: "Heke bi awayekî durist qanûnên navneteweyî werin pêkanîn, dê her mirovek mafê xwe bi dest bixe û me îro girtî di girtîgehên desthilatdarên destpotîk de û gelên bindest nedîtin."

Şêx Muslim di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêya herî gucaw a ku rêber Abdullah Ocalan bikare mafê hêviyê bi dest bixe, ew e ku gelên herêmê dakevin qadan, çalakiyan li dar bixin da ku wijdanê cîhanî şiyar bikin û zextê li rêxistinên hiqûqî bikin da ku erkên xwe li beramberî wî bi cih bînin, her wiha got divê komîteyeke hiqûqî û çalakvanan ava bikin da ku agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kom bibin.

Mafê hêviyê di sala 1950ʹyî de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate derxistin û cara yekemîn di sala 1977ʹan de dadgeha destûrî ya Almanyayê pêk anî.

ANHA