​​​​​​​'Hêzên navneteweyî pirsgirêka kampa Holê çareser nakin da ku ji bo armancên xwe bi kar bînin'

Rojnamevan û lêkolînerê kar û barên terorîst ê ji Misirê Elaa Ezmî diyar kir ku hêzên navneteweyî dixwazin pirsgirêka kampa Holê dewam bike da ku di pêşerojê de armancên siyasî pêk bînin û got, dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê têkoşîna QSDʹê ya li dijî DAIŞʹê asteng dike.

​​​​​​​'Hêzên navneteweyî pirsgirêka kampa Holê çareser nakin da ku ji bo armancên xwe bi kar bînin'
17 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 17ʹê Îlonê de bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand. Pêngav 24 rojan dewam kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek caran civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî li ser xetereya vegera DAIŞʹê hişyar kir, lê ev bang heta niha nehatiye bersivandin.

Di Çileya îsal de jî çeteyên DAIŞʹê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir ku derdora 5 hezar çete tê de ragirtî ne da ku girtiyan birevînin. Piştre tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞʹê li herêmê zêde bû û malbatên çeteyan ên li kampa Holê bi dehan sûcên qetilkirinê kirine û hewl dan aloziyê derxînin.

Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi desteka QSD, YPG û YPJʹê gelek çekên sivîk û navîn, bi dehan tunel û cihên perwerdekirina zarokan li ser fikirê tundraw dîtin, her wiha bi dehan endamên şaneyên veşartî girtin.

/kr/uploads/files/2022/09/17/192013_-.webp

Rojnamevan û lêkolînerê kar û barên terorîst ê ji Misirê Elaa Ezmî bal kişand ser girîngiya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û got: " Bê guman berdewamkirina mîna van pêngavan mijareke pêwîst û aktîv e, dibe ku rêya herî guncaw a pêkanîna îstiqrarê li hundirê kampê ye."

Elaa Ezmî di hevpeyvînekê ligel ajansa me de îşaret bi rola QSDʹê di têkbirina şaneyên DAIŞʹê de kir û got: "Divê QSDʹê hemû tedîbêrên navneteweyî bigire da ku mafên xwe yên têkildarî her destekeke ji aliyê Tirkiyê ve ji bo DAIŞʹê biparêze."

Hevpeyvîn wiha ye:

Kampa Holê ya taybet bi malbatên çeteyên DAIŞʹê ya herî xeternak li cîhanê ye. 25ʹê Tebaxa borî Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngaveke ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞʹê ragihandibû. Hûn vê pêngavê çawa dinirxînin?

Bê guman pêngavên ewlehiy yên QSDʹê yên ji bo paqijkirina kampa Holê ji endamên DAIŞʹî, yanî jî yên ku alîkarî û destekê didin planên rêxistina terorîst, di çarçoveya şerê li hemberî bermehiyên çeteyên tundraw li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de mijareke pêwîst û aktîv e.

Têkildarî pêngava dawî, diyar e ku encamên wê balkêş bûn, bi taybet mijara keşifkirina hejmarek mezin a tunelan, rakirina konên ku ji bo belavkirina fikirê tundawî di nav zarokan de dihatin bikaranîn, her wiha komkirina miqdareke çek û girtina bi dehan kesên ku di terora DAIŞê de cih digirin.

Bê guman berdewamkirina mîna van pêngavan mijareke ku tê xwestin û aktîv e. Dibe ku bibe rêya herî gucaw a pêkanîna istiqrarê di hundirê kampê de. Ya girîngtir mîna van pêngavan di afirandina fikrên nû ji bo pêkanîna ewlehiyê de diba alîkar ku ji wan a ku Rêveberiya Xweser tê difikre ku deverên kampê ji hev cuda kirine, da ku têkiliyên di navbera endamên xetere ji hev qut bike.

Lê li beramberî wê, asta serkeftin û encamên pêngavê, gelek pirsnîşan derdixîne pêş ku dibe pêwîstiya wan bi bersivê hebe, ji wê zêdetir pêwîstî bi xebateke cûda di hundirê kampê de heyê.  Mînak, dîtina gelek tunelan pirseke tevlihev derxîne ku, DAIŞʹiyan çawa ev qas tunel kolandine ruxmî ku çavdêrî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSDʹê ve heye.

Piştre ji bo ku em nekevin bin bandora gotegotin ku dijminên QSDʹê der barê cidiyeta pêngavê de belav dikin ku hewl didin bidin xuyakirin ku pêngav propagendayeke ji bo armancên siyasî yên kurdî ye, ez dibînin ku divê QSDʹê zexteke xurt li Koalîsyona Navneteweyî bike da ku hîn zêdetir alîkariyên ewlehî  û teknîkî werbigirin ji bo ku sîstemekê li kampê ferz bike ku di 24 saetan de bi deng û dîmen were şopandin û çavdêrkirin. Her wiha divê planeke nû ya ewlehiyê ya xurtkir were danîn ku rêxistina DAIŞʹê nikaribe metirsiyan belav bike an jî hêza xwe li kampê komî ser hev bike.

Bi wateyeke din divê forma pêngavên ewlehiyê yên QSDʹê asayî bin û di navbera her pêngavekê de demeke dirêj tune be. Divê derfert ji kuştin, revandin, rev û çêkirina tunelan re neyê dayîn.

Hûn rola QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bidawîkirina xetereya vegera DAIŞʹê çawa dinirxînin?

Rola wan girîng û sereke ye. Dibe wêneyek ji wêneyên xweşbiniyê ya têkildarî sekna li hember DAIŞʹiyan e. Bê guman ev rol desteka têr li ser astên siyasî, teknîkî, leşkerî û qanûnî ji aliyê civata navneteweyî nagire. Ruxmî vê yekê jî serkeftinên girîng bi dest dixîne.

Ez di wê baweriyê de me ku divê ev serkeftin israra QSD’ê ya di sekna yekalî ya bi DAIŞ’ê re xurt bike, her wiha divê bêtir zext bike da ku têkoşîna ku serkêşiyê jê re dike bi hevkariyeke navneteweyî  ya rasteqîn û sereke ya ne sembolîk be.

Kampa Hol a herî xeternak di cîhanê de ye, tevî vê yekê nîşaneyên çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞʹê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî ve xuya nakin. Bi nêrîna we sedema vê yekê çi ye?

Civata navneteweyî tu çareseriyan naxwaze ku bihêle dewletên li bakur endamên DAIŞʹî vegerînin ku xeteriya terorê li ser civakên wan zêde bibe. Ji wê zêdetir, hejmarek hêzên navneteweyî yên li herêmê naxwazin pirsgirka kampa Holê were çareserkirin, lê hewl didin wekî bombeyeke li ber teqînê bi kar bînin da ku di pêşerojê de armancên xwe yên siyasî pêk bînin.

Berê jî QSDʹê mîna vê pêngavê ragihandibû, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pêngav rawestiya. Heta kijan astê êrişên Tirkiyê pêngava tunekirina DAIŞʹê asteng dike?

Hebûna Tirkiyê li bakurê Sûriyê, êrişên wê yên li dijî QSDʹê û mijarên din, rewşê girêk dike û aloziya li herêmê zêdetir dike. Ji wê zêdetir ev hemû derfeta jiyanê didin komên terorîst, heger bi rêya bikaranîna wan li pişt perdeyan be an jî derfeta tevgerê û vejandinê dide wan koman ku sûdê ji rewşa tevlihev a ewlehiyê bigirin. Li ser vê yekê hincetên Enqere yên hebûna wê di hundirê Sûriyê Sûriyê de ne objektîv in, berovajî vê yekê nîşaneyên xetere û destpêka gûrkirina rewşê ye.

Agahî hene ku Tirkiyê çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampa Holê têr dike. Di 28ʹê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn cilekî leşkerî bi ala Tirkiyê dît. Hûn vê mijarê çawa dixwînin. Çima hesab ji Tirkiyê nayê xwestin ku destekê dide çeteyên DAIŞʹê?

Divê QSDʹê hemû tedbîrên navneteweyî bigire û di mijara desteka xurt a Tirkiyê bi DAIŞʹê re mafê xwe misoger bike. Heger QSDʹê ji desteka Tirkiyê ya bi DAIŞʹê re piştrast be, divê hemû tedbîrên siyasî û leşkerî bigire da ku vê yekê têk bibe. Têkildarî hesabnexwestina ji Tirkiyê, mijar di esas de girêdayê berjewendiyên hevbeş ên di navbera gelek hêzên navneteweyî û herêmî yên aktîv de. Mijara hesasbê pencereyên derxistina alozî û bêistiqrariyê ne ku dê heta demeke dirêj dewam bike.

Pisporên kar û barên komên tundraw hişyar ji her êrişeke Tirkiyê li ser herêmê da ku xetereyeke rasteqîn li ser stratejiya şerê li dijî DAIŞʹê dike û diyar kirin ku divê civata navneteweyî li hemberê bisekine. Hûn van daxuyaniyan çawa dinirxînin?

Divê Tirkiyê an jî çi hêzeke aktîv li herêmê di mijara pirsgirêka DAIŞʹê de bi agir nelîze. Ji ber ku komên terorîst yên wezîfekar heger rojek ji rojan bi hêzeke leşker an jî navneteweyî re li hev bike wê ev hevbendî berdewam neke, dê tavilê şer derket û hemû kesan bide ber xwe. Tecrûbeya Washingotin a bi  îslamên li Efganistanê re hîna zindî ye. Divê her kes sûdê ji vê yekê bigire, beriya ku bikeve xefka dûbarebûna karesata 11ʹê Îlonê ku dê li gel terora "gurên ferdî" û tundrawiya ku sînor derbas kiriye, dijwartir e.

Şîreta min li QSDʹê, divê civata navneteweyî li hemberî DAIŞʹiyan  bixe ceribandineke rast ku demeke ji bo qedandina operasyonên xwe yên li DAIŞʹê li bakurê Sûriyê diyar bike. Bi vê yekê dê QSDʹê li  aliyekî xwe ji tawanên ku DAIŞʹê ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî bi kar tîne, dûr bixîne û li aliyekî din jî dê her kes tê bighêje ku divê bidawîbûna karesata DAIŞʹê nakeve ser milê aliyekî xwedî derfetên kêm.

Ji bo bidawîkirina dosyaa DAIŞ û malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civata navneteweyî çi tê xwestin.

Danîne qanûneke siyasî giştî ji vê aloziyê re li ser her kesî ferz e. Divê her dewletek welatiyên xwe yên ku kampê ragirtî ne vegerînin, wan dariznin û wan ji nû ve di aliyê divakî, dirûnî û fikirî de perwerde bike. Ji bo ku em bighêjin vê merheleyê divê Neteweyên Yekbûyî û yên navneteweyî yên aktîv tavilê beşdarî kontrolkirina ewlehiyê bibin û bi rêya bernameyên rewşenbîrî û zanistî yên aktîv endamên girtî ji nû ve perwerde bikin.

ANHA