​​​​​​​Panorama hefteyê: Sûriye di bin gefa belavbûna nexweşiya Kolerayê de ye

Sûrî bi fikar in ku nexweşxaneya kolerayê belav bibe, nemaze ku bakur û rojhilatê wê ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê av kêm e. Çavkaniyên pê bawer diyar kirin ku Çarçoveya Hemahengiyê diyalog bi hêzên sunnî û kurdî re pêk anîn da ku rengê giştî yê hikumeta bê, bêyî amadebûna Tevgera Sedr diyar bikin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Sûriye di bin gefa belavbûna nexweşiya Kolerayê de ye
18 îlon, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa belavbûna nexweşiya kolerayê li Sûriyê, aloziya siyasî ya li Iraqê û rewşa Tunisê kirin.

‘SÛRIYE DI BIN GEFA KOLERAYÊ DE YE’

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Piştî ku li herêmên cuda yên Sûriyê çend rewşên nexweşiya kolerayê hatin dîtin, êdî kolera bûye rojeva kolanên Sûriyê.

Ruxmî ku rewşên pêketî û mirinên bi kolerayê bi sînor e, lê li gel binesaziya tenduristiyî ya lawaz li Sûriyê û pêla hişkesaliyê ya ji ber bandorên guhertina avhewayê, belavbûna bilez a kolerayê fikaran çêdike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku xetereya belavbûna kolerayê li Sûriyê “pir mezin” e ku ji 2009`an de cara yekê hefteya borî li gelek parêzgehan hejmareke pêketiyan hat tesbîtkirin, rewşên derketine piranî li Heleb, Hesekê, Dêrazor û Reqayê bûn.

WHO`yê hişyarî da ku xetereya belavbûna kolerayê li parêzgehên din jî zêde ye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, 2 kes bi kolerayê mirine û 26 kes pê ketine ku piraniya wan li Helebê ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şemiyê ragihand ku li herêmên Reqa, gundewarên rojavayê Dêrazorê yên di bin serweriya wê de, 3 kes mirine û gelek kes pê ketine.

Çavkaniyên tibî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku qutbûna avê li herêmên Hesekê û gundewarên wê ji beriya du mehan ve ji aliyê komên çekdar ve û bikaranîna avê ji jêderên neewle û netendurist, dibe ku rê li ber belavbûna bilez a kolerayê veke.

Li gorî aliyên tenduristiyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedema belavbûna kolerayê bikaranîna ava qirêjî ye.

Neteweyên Yekbûyî jî ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê ku li Sûriyê belav dibe, ket nava tevgerê.

NY`yê piştrast kir ku jêdera vegirtinê ava neewle ya çemê Firatê ye. Koordînatorê kar û barên mirovî yê NY`yê li Sûriyê Omran Rîda li ser belavbûna kolerayê li Sûriyê fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyê tedbîrên lezgîn bên girtin.”".

‘KAXIZA DAXWAZÊN SUNNÎ Û KURDAN JI BO AVAKIRINA HIKUMETA ‘ÇARÇOVEYÊ’ BÊYÎ SEDR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî hin agahiyan, hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hefteya borî tevî hêzên sunnî (hevbendiyên Sunnî û Ezim) û Kurd (PDK û YNK) re 3 rojan dan û standin kirin ku Tevgera Sedr bi temamî ji dîmenê dûr bû. Armanc ew bû ku forma hikumeta bê ya ku Çarçoveya Hemahengiyê dixwaze ava bike, bê diyarkirin.

Di kaxiza ku hîna negihîştiye dezgehên çapemeniyê de hatiye tekezkirin ku şert ji bo Kurdan û daxwaz ji bo sunniyan hene da ku tevî hêzên Çarçoveya Hemahengiyê tev li avakirina hikumetê bibin.

Li hember geşedanên çêdibin, çi li ser avakirina şandeyekê ji hêzên siyasî yên cuda, çi jê li ser têkiliyên bi Çarçoveya Hemahengiyê re ev hefteyek e Tevgera Sedr tu daxuyaniyan nade.

Li gel dan û standinên veşartî yên di navbera van aliyan de, çavkaniyeke siyasî ya agahdar ji Şerq El Ewsat re got: “Tiştê çêbûye dibe ku ne dan û standinên fermî di navbera van aliyan de be ji bo lihevkirina li ser bernameyeke hikumetê. Lê belê dibe ku hewldanên naskirina helwestên Kurd û sunniyan ên der barê pêkanîna daxwazên sunniyan ên ji beriya salan ve û şertên Kurdan bin.

Çavdêrên siyasî yên li Bexdayê dibêjin ku ev dan û standin tevî ku veşartî ne jî, lê belê israra hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe di lidarxistina rûniştina parlamentoyê di dema nêz de, nîşan dide. Çavdêr diyar dikin ku ji bilî armancên Çarçoveya Hemahengiyê ku dixwaze dûrî Sedr pêk bîne, eger bêdengiya Sedr berdewam bike -ev jî nayê texmînkirin- dê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê bi Kurd û sunniyan re dan û standinên zehmet bikin da ku her du partiyan ji bo diyarkirina namzetê wan yê serokkomariyê, îqna bikin û piraniya daxwazên sunniyan pêk bînin, da ku amadebûna wan di rûniştina hilbijartina serokkomar de mîsoger bikin.

Lê belê eger Sedr xwedî nêrîneke din be, hemû tiştên ku Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide bi Kurd û sunniyan re li serê li hev bike, dê hilweşe. Nexasim ku Sedr careke din kaxiza kolanê bi kar bîne ku îhtimala rûdana şerekî navexweyî yê şîeyan bi çekan tê texmînkirin. Ev yek dê rewşê ji berê kambaxtir bike û deriyên li pêş hemû îhtimalan vekirî bihêle.”

‘SEROKÊ TUNISÊ QANÛNA HILBIJARTINAN DERXIST’

Têkildarî rewşa Tunisê jî rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Rojnameya fermî ya Tunisê duh diyar kir ku serok Qeys Seîd beriya hilbijartinên parlamentoyê ya di Kanûna bê de qanûneke nû ya hilbijartinan derxist.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî wê qanûna nû, dê welatî dengê xwe bidin ferdan, ne lîsteyên mîna hilbijartinên berê.

ANHA