Meclisa Gel a Baxozê Festîvala 2`yemîn a El Nexîl li dar xist

Meclisa Gel a Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê Festîvala 2`yemîn a El Nexîl li bexçeyê bajarokê yê herî kevin li dar xist.

Meclisa Gel a Baxozê Festîvala 2`yemîn a El Nexîl li dar xist
17 îlon, 2022   13:30
DÊRAZOR

Xurme (temir) yek ji berhemên herî navdar li bajarokê Baxozê û herêmên din ên Dêrazorê ye. Ji ber avhewaya wê ji bo çandina vê hilberînê guncew e û dikeve çêkirina dimis û şêraniyan.

Rûspiyên êlên herêma rojhilat, endamên meclisên sivîl, leşkerî û bi dehan şêniyên rojhilatê Dêrazorê û xwediyên zeviyên nexîlê tev li festîvalê bûn.

Di festîvalê de rûpsiyê êla El Egêdat Hewas El Casim axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Her wiha got: “Ev festival, li ser hevgirtina nîştimanî ya li herêmê mînakeke zindî ye. Ji ber şênî û cotkarên wê tevî hilberînên xwe tev li festîvalê bûn.”

Rûspiyekî din ê ji Baxozê bi navê Mihemed El Timê got: “Em vê festîvalê li baxçeyên nexîl ên herî kevin li dar dixin ku berê ji bo karwanên bazirganiyê yên ji Iraqê dihatin û diçûnê, rawestgehek bû.”

Piştre komîteya ku ji aliyê şêniyên bajarokê û gundên derdorê ve hatiya hilbijartin, xurmeyên ku cotkarên herêmê pêşandine, nirxandin. Di encamê de 3 cotker bi ser ketin ku hilberîna wan a herî baş e.

Di dawiya festîvalê de, cotkarên bi navên Usama El Tala, Esed El Rece û Xalid El Ayid bi ser ketin û diyarî ji wan re hatin pêşkêşkirin.

(dm)

ANHA