Ciwanan şehîd Alî Çîçek li Kobanê bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi civînekê ji pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê û çalakvanê çalakiya 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek bi bîr anî.

Ciwanan şehîd Alî Çîçek li Kobanê bi bîr anî
17 îlon, 2022   12:56
KOBANÊ

Li Zanîngaha Kobanê bi tevlêbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê û berxwedêrê Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek, bi çalakiyekê bi bîr anî.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê ciwanan Hebûn Mihemed axivî.

Hebûn Mihemed bal kişand ser têkoşîn û berxwedana tevgera azadiya Kurdistanê û bi taybet kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên ketibûn Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan û qala kesayet û têkoşîna Alî Çîçek kir ku di encama grevê de şehîd bûbû.

Piştî axaftinê jî sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Alî Çîçek hate nîşandan.