​​​​​​​Festîvala Zarokan a Kobanê ya 5ʹemîn li dar ket

Festîvala Zarokan a Kobanê ya 5ʹemîn bi diruşmeya "Zarok baskên azadiyê ne" li bajarê Kobanê li dar ket.

​​​​​​​Festîvala Zarokan a Kobanê ya 5ʹemîn li dar ket
17 îlon, 2022   12:53
KOBANÊ

Bi beşdarbûna bi sedan zarok û malbatên wan, Festîvala Zarokan a Kobanê ya 5ʹemîn bi diruşma "Zarok baskên azadiyê ne" li dar ket. Festîvala ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê hat organîzekirin.

Endama Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Efrîn axivî û got: "Ev festîval nameyeke ji dewleta Tirk a dagirker re ye ku komkujiyên li dijî gelê me pêk tîne û bi balafirên bê mirov ên bi çek zarok û xwendekran dike hedef da ku wan qir bike."

Gulîstan Efrîn diyar kir ku ev festîval roleke mezin di bilindkirina moralê zarokên ku dê û bavên xwe ji ber êrişên Tirkiyê winda kirine de dilîze.

Piştî axaftinan, koma Çand û Hunerê ya Tebqayê, koma Hesan a şono û stranan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, koma Çand û Hunerê ya Minbicê, komên stran û şano yên navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hunerên xwe pêşandan.

Têkildarî festîvalê, perwerdekarê koma şano ya navenda Baqî Xido ku heman demê yek ji kesên ku festîval bi rêxistin kirine, Elî Îsa diyar kir ku armanca wan ji vê festîvalê ew e ku kêfxweşiyê bixin dilê zarokan, wan ji hewaya şer dûr bixin û wan bi çand û dîrokan wan bidin nasîn.

ANHA