‛Dewleta Tirk ji bo bazariyê ciwanan dide koçberkirin’

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bazirganiyê bi gelê Sûriyê bi taybet beşa ciwanan dike da ku wan wek belgeyeke zextê li ser Ewropa bi kar bîne.

‛Dewleta Tirk ji bo bazariyê ciwanan dide koçberkirin’
17 îlon, 2022   12:50
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker di koçberkirina şêniyên resen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tîne, herêmê vala dike.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîs Mihemed El Deham li pêş avahiya partiyê ya li başûrê navçeyê bi beşdariya endamên partiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ciwan stûîna civak, bingeha pêşketina wê û tova binyad a rêveçûna wê ne, ew ruhê civakê û bedewbûna wê ne, ji ber jiyanê didin civakê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku veguherîna armancên ciwan û xewnên wan ber bi koçberiyê ve li şûna armanc û xewnên wan ên avakirina welatê xwe ji ber şerê taybet ku gelek dewlet bi kar tînin de ye, di serî de dewleta Tirk. Ew dewlet hewl didin herêmê ji ciwanan, hêza aktîf û pisporiyên zanyarî vala bikin, her wiha bazariya bi gelê Sûriyê dikin û weke belgeyeke zextê li ser Ewropa û civata navneteweyî pêk tînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

(fr)

ANHA