Şêniyên Hesekê şehîd Eşref El Selfîç oxir kir

Şêniyên herêma başûr a Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Eşref Tariq El Selfîç li oxir kir, her wiha şêniyan got dê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina xaka dagirkirî têkoşînê bidomînin.

17 îlon, 2022   11:56
HESEKÊ

Şêniyên herêma başûr; Erîşa, Şedadê, Hedadiyê û Mergede, her wiha endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê û saziyên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn.

Şervan Eşref Tariq El Selfîç di 13’yê Îlonê de dema bersiva êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dida, li bajarokê Besîra yê rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbûn.

Karwana şehîd ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve kete rê.

Li goristanê deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla şervanên QSD’ê ve hate lidarxistin.

Dûre li ser navê Meclis Malbatên Şehîdan a Sorê Hevserokê Meclisê Xeys Mihemed sersaxiya malbata şehîd xwest û got: "Têkoşîn û berxwedana şêniyên herêmê têrê dike ku dagirker û çeteyên wê her wiha şaneyên veşartî têk bibin û herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin."

Mihemed bal kişand ser hevgirtin û civandina li dora QSD’ê û got ew yek dê terora ku dewleta Tirk a dagirker desteka wê dike, were têkbirin.

Li aliyekî din jî, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Seîd El Xerîb wiha got: "Em çiqas li ser lehengiyên şehîdan biaxivin, em nikarin mafên wan bidinê yan jî xwe bigihînin lehengiya wan. Lê em dikarin bi fedekariyên wan re wefedar bin û parastina destkeftiyên wan bikin."

Mihemed wiha anî ziman: "Em Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê soz didin şehîd Eşref û hemû şehîdan ku li ser şopa wan bimeşin, ewlehî û îstîqrara li herêmê pêk bînin."

Li dawiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA