Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 24`an de bi dawî bû. Newroz Ehmed daxuyand ku kamp ji bo tevahiya cîhanê xetere ye û got “Divê hemû hêzên cîhanê ji bo kampa Holê wekî hêzên me û Rêveberiya Xweser bi erka xwe rabin.”

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû
17 îlon, 2022   11:36
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja xwe ya 24`an de îro bi dawî bû.

Têkildarî bidawîbûna pêngavê endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û endamê hêzên taybet ên Koalîsyona Navneteweyî a li dijî DAIŞ`ê Clavde Tudor daxuyaniyek li kampa Holê da.

Di daxuyaniyê de Newroz Ehmed bal kişand ser erkên hêzên navneteweyî û xetereya kampê û got: “Divê saziyên cîhanê û Koalîsyona Navneteweyî wekî hêzên me tiştên ku dikeve ser milê wan, bi cih bînin.”

Her wiha Clavde Tudor jî got: “Erka me ew e ku em piştigriyê bidin QSD’ê da ku aramiyê li vê kampê serwer bike heya ku ev malbat ji vir derkevin.”

‘PÊNGAV BI SERKEFTÎ BI ENCAM BÛ’

Newroz Ehmed di serî de her du şervanên QSD`ê di ku di pêngavê de şehîd ketin, bi bîr anîn û got: “Her du hevalên me yên di vê pêngavê de şehîd ketin û tevahî şervanên ku li hember DAIŞ`ê şehîd ketine, em bi bîr tînin. Tevî hemû gef û xetereyên li ser herêmên me, di pêvajoyeke wiha de me li kampa Holê ku wekî cihê herî xeternak ê herêm û cîhanê ye, me pêngav da destpêkirin. Ev pêngav bi serkeftî bi encam bû. Bi hevkariya hêzên me û rêveberiya kampê kedeke mezin hat dayîn. Helbet em ji bo beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî jî spas dikin. Lê xetereya kampê hîna didome. Gelek xebatên hevbeş ên ku bi taybet ji bo van kampan ku gel jî tê de dijî, dibe bingehek ji hişmendiya tundraw re ku bikarin xwe li ser wan zêdetir xurt bikin. Nêzî 60 hezar mirov ku piraniya xwe jin û zarok in, di vê kampê de dijîn. 60 hezar welatî lê hene. Ev ne tenê gefeke li ser herêmên me ye, xetereyeke li ser hemû cîhanê ye.”

‘TENÊ ALÎKARÎ TÊRÊ NAKE’

Newroz Ehmed, balkişand ser sînordarmayîna hêz û saziyên cîhanî tenê di aliyê xizmeta kampê de û got: “Heta cihekî alîkariya NY, saziyên mirovî, Koalîsyona Navneteweyî de ji bo rewşa kampê di aliyê mirovî, xizmetê de hin zêdetir baştir bibe destek hat dayîn. Li kelêka em vê takdîr dikin lê bi rastî jî ev têrî nake. Pêdîvî bi saziyên cîhanê, saziyên navneteweyî, koalîsyona navneteweyî pê heye ku wekî hêzên me tiştên ku dikeve ser milên xwe bi cih bînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampê erkên dikeve ser milên wan helbet bi cih tînin û emê bi cih bînin.”

Newroz Ehmed wiha pê de çû: “Helbet piştgiriya derve û alîkarî jî pêwîst e. Xetereya destpêkê şaneyên veşartî û hucreyên heyî yên di hundirê kampê de ye. Helbet xetereya li vir dê bandorê li tevahî herêmê jî. Ji vir de xwe birêxistinkirin bi derve re girêdanên wan ne tenê herêmên me heman derveyî herêmên wekî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, Iraq û Sûriyê de diyar dibe ku hîn bi hêzin û dihelê ku xeterî zêdetir bibe.”

Newroz Ehmed diyar kir ku ne tenê di hundirê kampê de, her wiha derveyî kampê bi taybet jî herêmên Derazorê, çalakiyên şaneyên veşartî yên DAIŞ zêde bûne û got: “Herî dawî 6 hevalên me bi awayekî hovanê hatin şehîdxistin. Ev dide diyarkirin ku DAIŞ zêdetir xurtir dibe û ger em xebatên hevbeş nedomînin, ji her milî de bi hev re xebatêk nedin meşandin dê bihelê ku DAIŞ jê sûdê wergire û careke din xwe berfireh bike.”

Newroz Ehmed da zanîn ku dê têkoşîna wan li dijî fikrê tundraw bidome û got: “Ji bo aramî, parastin, rewşa kampê û rewşa gelê herêmê bi tevahî ger ku baştir nebe ev ê bihelê ku DAIŞ û komên din yên çete xwe birêxistin bikin û tevahî cîhanê bandor bike. Ev pêngav bidawî bû lê wê xebatên me bidomin, ji bo tinekirina DAIŞ ji kokê de, ewlekirina herêmê û vegera bi ewle ji van hemwelatiyên kampê re wê têkoşîna me biodome û tiştên ku dikeve ser mile me de em ê pêk bînin. Lê ev bangawazî heman demê ji wan welatan û hemû hêzên cîhanî ku însanên li vir demek herî nêz de bizivirînin welatên xwe yan jî piştgiriyek xurtir bidin ku em bikaribin bi hev re jiyaneke aram ava bikin.

Vê peyama hevbeş em li vir didin ku xebatên hevbeş xurtir bidin meşandin ku encamên xurtir bidest bixînin.”

KAMPA HOLÊ EW MATMAYÎ HIŞT

Clavde Tudor jî axivî û got: “Hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava hevkariyê de ne ku aramiyê li Kampa Holê serwer bikin. Berî destpêkirina vê operasyonê tu gumanên me nebûn ku şaneyên DAIŞ`ê li kampa holê kesên di nava kampê de ditirsînin anku metirsiyekê li ser wan çêdike. Konan ji bo veşartin û çalakiyên terorî di nava kampê de bi kar dianîn. Berî destpêkirina operasyonê tu gumanên me li ser pisporiya QSD`ê û fedakariya wan nebû ku wê bikarin kampê Holê di nava ewlehiyê de bihêlin û rê li ber girtina DAIŞ`ê û çalakiyên wî yê terorî di nava kampê de bigre. Di encama hevkariya Koalîsyona Navneteweyî bi Hêzên Elwekariya Hundirîn re me dît ku îro çiqasî ev hêz li ser rûyê erdê xurt e. Ya ku me matmayî dihêle ku kon ji bo cihê veşartinê ji aliyê Jinên DAIŞ`ê ve bikar dianîn, her wiha di nav konan de zarok û jin dadgeh û ceza dikirin. Heman wextê de jî fikrê tundrew yê DAIŞ`ê li kampa Holê belav kirin.”

‘ÇARESERIYA MIROVÎ YA HERÎ BAŞ DI VÊ KAMPÊ DE YE’

Clavde Tudor diyar kir ku çareseriya mirovî a herî baş di kampê de ye û got: “Ev operasyon hêza QSD û pisporiya wan di rêgirtina li ber belavkirina fikrê DAIŞ`ê di nava kampê de derdixîne holê. Ruxmî van pêşketinan em ê heya dawî li gorî erkê xwe tevbigerin ku piştgiriya QSD`ê bikin ku alîkariyê bi koçberên di nava kampê de bikin. Çareseriya mirovî a herî baş e di vê kampê de.

Ev yek wê bi wergirtina welatan ji hemwelatiyên xwe yê kampa holê re û xistina nava civakê û perwerdekirina van malbatan re wê pêk were. Hemû welat jî divê ku werin hemwelatiyên xwe bigrin û vegerînin welatê xwe. Em bang li hemû welatên ku hemwelatiyên wan di vê kampê de hene ji zarok û jin û mêran werin wan bigrin û piştgiriyê bidin çalakî û xebatên mirovî ku li vê derê tê meşandin.

Tu çareseriyeke leşkerî ji bo kirîza Sûriyê û kampên ku li vir hene, tune ye. ji ber wê jî xebatekî diplomasî, siyasî û ewlehî pêwîst dike her wiha alîkariyên rêxistinên mirovî jî girîng e. Ruxmî ku DAIŞ di warê erdîngarî de têk çûye lê belê xeteriya wan wê li vê herêmê her bimîne. DAIŞ xeyal dike ku wê dîsa vegere û bikeve nava civakê û dîsa xwe ava bike, çalakiyên terorî pêk bîne û xeteriyê li ser gelek welatên cîran ava bike.”

‘PIŞTGIRIYA ME DÊ JI QSD`Ê RE BIDOME’

Clavde Tudor diyar kir ku armanca wan ew e ku piştgiriya QSD`ê bikin da ku bikarin bi temamî dawî li DAIŞ`ê bînin û got: “Heya ku civaka navneteweyî çareseriyekê ji bo vegerandina van malbatan nebîne, em ê hevkarî û piştgiriya xwe kêm nekin. Erka me ew e ku em piştgiriyê bidin QSD’ê heya ku aramiyê li vê kampê serwer bike da ku ev malbat ji vir derkevin û di civakê de bibin endamên çalak. Ev erkê ku em pê rabûn ne hêsan bû, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”  

ANHA