Tevgerên ciwanan li Reqayê hemleya propagandaya şerê gel ê şoreşgerî ragihand

Tevgerên ciwanan li Reqayê hemleya propagandaya şerê gel ê şoreşgerî ragihand û diyar kir ku armanca wan nasandin û eşkerekirina girîngiya wê li hember êrişên dagirkeriya Tirk, hişyarkirina civak û ciwanan e.

Tevgerên ciwanan li Reqayê hemleya propagandaya şerê gel ê şoreşgerî ragihand
17 îlon, 2022   12:00
REQA

Yekemîn çalakiyên hemleya propagandaya şerê gel ê şoreşgerî duh li Parka Reşîd dest pê kir. Li wir hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Mezlûm Hemo axivî û destpêkirina hemleyê li Reqa û gundewarên wê ragihand.

Mezlûm Hemo diyar kir ku armanca hemleyê hişyarkirina civakê, bi taybet ciwanan û şîrovekirina rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Çalakî bi pêşandana sînevîzyoneke li ser rola ciwanan di vê merheleyê de û girîngiya hevgirtina gelên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

 ANHA