Ji destpêka îsal ve Îsraîlê 25 caran êrişên asîmanî li dijî Sûriyê pêk anîn

Di çarçoveya rêzeêrişên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê de, SOHR’ê belge kir ku Îsraîlê ji destpêka îsal ve 25 caran Sûriyê hedef girt, di encamê 124 ji endam û alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn, lê tu bersivdayîneke aktîf ji hêla hikumeta Şamê ve tune bûn.

Ji destpêka îsal ve Îsraîlê 25 caran êrişên asîmanî li dijî Sûriyê pêk anîn
17 îlon, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYHAN

Êrişên asîmanî yên Îsraîlê li ser gelek herêmên Sûriyê zêde dibin, heta di vê dawiyê de cihên zindî li herêmê, mîna derdora balafirgehên Şamê û Helebê yên Navneteweyî hedef girtin. Lê bersivdana hikumeta Şamê her tim di xana şermezarkirina çapemeniyê de ye.

Li gorî vê yekê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  êrişên Îsraîlê yên ji destpêka îsal û heta vê kêliyê ve belge kirin.

Îsraîlê 25 caran êrişî Sûriyê kir, di encamê de 73 armanc ji avahî, depoyên çek, cebilxane, navend û alav wêran kirin û 56 ji endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 68 jî birînar bûn.

Ji wê zêdetir jî serokê beşda karkeran a daîreya bar li balafirgeha Şamê hate kuştin û 23 welatî birîndar bûn, di nav de zarokek û 3 jin.

Êrişên Îsraîlê li van herêman bûn; 14 li Şamê û gundewarên wê, 5 li Quneytera, 3 li Hemayê, 2 li Tartûsê û 2 jî li Helebê.