Bihezaran kes li dijî ‘Şer û talana xwezayê ber bi Cûdî’yê ve meşiyan û leşkerên Tirk êriş kir

Bi hezaran kes ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî ‘Şer û talana xwezayê’ ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin, ber bi çiyayê Cûdî ve meşiyan. Girseya ku li bajarê Şirnexê xwest ber bi Cûdî ve bimeşe rastî êrişa tund a polîsên Tirk hat.

Bihezaran kes li dijî ‘Şer û talana xwezayê ber bi Cûdî’yê ve meşiyan û leşkerên Tirk êriş kir
17 îlon, 2022   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşeke mezin tê lidarxistin. Ji bo meşa bi dirûşmeya “Em li dijî Hilweşandina Şer û Talankirina Xwezayê ne” tê lidar xistin ewilî ji bajarên Serhedê ketin rê. Gelek kesên li Wanê gihiştin hev, li navçeya Kercews a Êlihê bi baskê din ê meşe re gihiştin hev.

Bi sedan kesên ku ji metropolên Tirkiyê û Amedê hatin ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û ekolojîst di nav de li Êlihê kom bûn. Girseya di ketina bajêr de gihişt hev li Kercewsê bi baskê ku ji Serhedê re hatin bûn yek û ber bi navçeya Hezex a Şirnexê ve bi rê ketin.

Bi sedan kesên ku ji Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Mêrdînê hatin ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di nav de li navçeya Nisêbînê kom bûn. Di vî baskê ku ji 7 heta 70’ê salî mirov tev li bûn de ber bi Cizîrê bi rê ketin û di rêya derdora Cizîrê bi baskê din re bûn yek. Girse ji vir ji bo tev li Meşa Cûdî bibin bi wesayîtan derbasî qada Milga Şantiyê bûn.

Hêzên ewlekariyê hemû rê bi wesayîtên zirxî girtin, girse dorpêç kir û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin. Lê belê girseya ku li navçeya Şirnex Hezexê kom bûbû, di meşê de israr kir. Li ser vê yekê leşkeran bi ava şid û bombeyên xazê êrişî girseyê kir. Girseyê jî bertek nîşan da û heta cihekê meşiya û piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Tevî êrişa bi bombeyên xazê û ava şid jî girse belav nebû û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bê Cûdî jiyan nabe” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Li heman cihî bi navê girseya ku kombûbû daxuyanî ji bo çapemeniyê hate dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye du sal om bênavber dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê, cerdevan û artêşê darên Bakur û Başûrê Kurdistanê dibire, xwezaya Kurdistanê bi bombeyên atom û kîmyewî jehrî dike û wêran dike. Heya niha bi tonan dar li Başûr û Bakurê Kurdistanê hatiye birîn.