​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​Meclisa Navçeya Dêrikê bi pêhateyên navçeyê re civiya

Meclisa Navçeya Dêrik ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên li herêmê û qada Kurdistanê û şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmê dimeşîne civînek li dar xist.

​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​Meclisa Navçeya Dêrikê bi pêhateyên navçeyê re civiya
15 îlon, 2022   19:02
QAMIŞLO

Di civînê de, hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb rewşa siyasî û geşedanên li herêmê şîrove kir.

Ereb wiha domand: “Ji bo parastina destkeftiyên bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, şêniyên herêmê di nav Rêveberiya Xweser û saziyên wê de fedakariyên mezin kirin.”

Her wiha Ereb diyar kir ku dijminên herêmê jî hewl didin Rêveberiya Xweser tune bikin, ji bo wê bi rêya çeteyan, sîxuran û şaneyên veşartî destwerdana herêmê dikin.

Ereb bang li şêniyan kir ku ji vê xetereyê şiyar bin bi taybet şerê taybet ku dewleta Tirk bi rêya wê dixwaze herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û guhertina demografiyê pêk bîne. Ereb destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe, bi hevkariya rejîmê û Rûsya, PDK`ê ciwanan li ser koçberiyê teşwîq dike.

Ereb daxuyand ku Rêveberiya Xweser ruxmî dorpêçê, lê li ser qada navneteweyî û herêmî deng veda û di hemû aliyên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û xizmetguzarî de gavên mezin avêtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Beyî Rêveberiya Xweser danûstandinên têkildarî aloziya Sûriyê bi ser nakevin û alozî çareser nabe.”

Ereb careke din bang li şêniyan kir ku ji komployên li dijî wan şiyar bin û ciwanan ji komployan dûr bixin, her wiha got divê hemû hevgirtî bin û li gorî qonaxa heyî tev bigerin.

Di dawiya civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

(dm)

ANHA