​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn

Meclisa Civakî ya Ermen beriya 3 mehan dewreyeke perwerdeyê ya zimanê ermenî li dar xistibû, îro piştî 3 mehan 25 kes ji pêkhateya ermen ji wê dewreyê derçûn.

​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen yekemîn kadroyên hînkirina zimanê ermenî derçûn
15 îlon, 2022   18:43
HESEKÊ-SIBÎLCAN

Ji bo parastina ziman û çanda ermenî, Meclisa Civakî ya Ermen beriya 3 mehan dewreyeke perwerdeyê ya zimanê ermenî li dar xistibû. Îro 25 kesên tev li perwerdeyê bûne, dewreya xwe qedandin.

Di şahiyê de, perwerdekar, malbatên wan, endamên Meclisa Civakî ya Ermen, mamoste beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê meclisê Îmad Teteriyan axivî û got: “Bi saya ziman şaristanî li dar dikevin. Ermen piştî 107 sal qirkirinê ji aliyê osmaniyan ve, zimanê xwe bi rêya dewreyan vejand.”

Paşê endama Meclisa Civakî ya Ermen Losîn Erdmiyan axivî û got: “Em vê dewreyê li gelê xwe pîroz dikin. Bi zanin em dikarin çanda xwe biparêzin.”

Losîn Erdmiyan wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze çanda me tune bike, lê em siyaseta wan red dikin.”

Di dawiyê de Losîn Erdmiyan di dawiyê de spasiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Şoreşa Rojava kir ku derfet da pêkahteyan ku fêrî zimanê xwe bibin.

Berdevka Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Anahîd Qesbiyan û bidawîbûna dewreyê pîroz kir û got: “Em ê li rex pêkhateyan bin heta ku bigihêjin neteweya demokratîk.”

Piştre Koma Ararat şanoyek têkildarî azarên pêkhateya ermen ji bo fêrkirina zimanê xwe pêşanda.

Di dawiya şahiyê de, bawername li ser kesên ji dewreyê derçûne, hatin belavkirin.

(dm)

ANHA