Li Minbicê li dijî komplo û tecrîdê çalakiya ciwanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên li djiî Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de, li Minbicê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de sînevîzyonek hat pêşandan û pirtûkên rêber Ocalan hatin belavkirin.

Li Minbicê li dijî komplo û tecrîdê çalakiya ciwanan
15 îlon, 2022   10:34
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqayê di 12`ê Îlonê de li Navenda Çand û Hunera bajêr yekemîn konferansa xwe di bin dirûşmeya “li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li dar xistibû. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan werin zêdekirin û bibin xebatên bingehîn.

Di wê çarçoveyê de duh êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye” û “Ji bo azadiya rêber Apo werin cenga azadiyê” li Qada Sebi Behrat a Minbicê çalakiyek organîze kir û bi dehan ciwan beşdarî wê bûn.

Di çalakiyê de sînevîzyonek hat pêşandan û pirtûkên rêber Ocalan li ciwanan hatin belavkirin.

Sînevîzyon li ser Komploya Navneteweyî ya di 1999’an de li dijî rêber Ocalan pêk hat û têkoşîna rêber Ocalan bû.

Piştî ku sînevîzyon bi dawî bû, pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li ciwanan hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

ANHA