Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê

Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê ya Sêyemîn ku Komîteya Çandê ya Meclisa Girê Spî li dar xistiye, di roja xwe ya duyemîn de bi çalakiyên hunerî û folklorîk û beşdarbûna şêniyên Girê Spî, Reqa, Kobanê û Tebqayê dewam dike.

Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
Bi wêne û dîmen Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê
15 îlon, 2022   09:56
EYN ÎSA

Duh Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê ya Sêyemîn bi dirûşma "Çanda me israra me ya berxwedanê zêdetir dike" piştî gelek salan ji qutbûnê ya ji ber dagirkirina kantona Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, dest pê kir.

Festîval ji hêla Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Girê Spî li nêzî kampa koçberên Girê Spî ya li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê tê lidarxistin.

Di festîvalê de pêşandanên hunerî û folklorîk hatin pêşkêşkirin, ji wan jî pêşandana hespên esîl û hêştiran.

Jinan amûrên mîna destar, nanê sêlê, wêneyên ji jiyana rojane yên pêşiyan, çawaniya dabînkirina avê bi rêya bîran û çêkirina tej û cilan bi rêya tevnên destan pêşan dan.

Koma folklorê ya Navenda Baqî Xido govend û koma El Moliye ya Navenda Çandê ya Reqayê stranên kurdî yên folklorîk pêşkêş kirin.

Tê payîn festîval îro bi dawî bibe.

(fr)

ANHA