​​​​​​​Nicolas Maduro: Venezuela amade ye petrol û gazê bide sûka cîhanê

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro da zanîn ku welatê wî amade ye ku petol û gazê bide sûka cîhanê.

​​​​​​​Nicolas Maduro: Venezuela amade ye petrol û gazê bide sûka cîhanê
15 îlon, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di serdana xwe ya li Caracasê de ji sekreterê giştî yê OPEC’ê Heysem El Xeys re got Venezuela amade ye û dixwaze rola xwe bilîze, petrol û gazê bi rêya îstîqrar û ewle bide sûka cîhanê ku pêdiviya aboriya cîhanê pê heye. 

Maduro da zanîn ku hikumeta wî baregehên xwe yên petrolê ku berhemên wê piştî vekişîna fînanseyan û kêmbûna restorakirinê daketin, sererast kirin.

Berhema Venezuelayê ya niha rojane nêzî 700 hezar bermîl petrol e.