​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê li Qamişloyê bi gel re civiya

Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeyên kantona Qamişloyê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û xurtkirina têgihiştina siyasî, bi gel re civiya.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê li Qamişloyê bi gel re civiya
14 îlon, 2022   12:29
QAMIŞLO

Partiya Sûriya Pêşerojê li ser Facebookê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Ji bo bilindkirina têgihiştina siyasî û şîrovekirina geşedanên dawîn Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Qamişlo û navçeyên wê Til Hemîs û Til Koçerê bi gel re civiya. Sekretera giştî ya partiyê Sîham Dawûd û cîgirê wê Cahîd Hesen û serokê Nivîsgeha Birêxistinkirina Giştî Îmad Mûsa, serokê Meclisa Qamişloyê Mihemed El Dexîl, endamên Meclisa Qamişloyê û navçeyên wê û endamên partiyê tev li civînê bûn."

Di civînê de behsa liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê û encam, sedem û bandorên wê yên neyînî yên li ser herêmên Rojhilata Navîn û Sûriyê hate kirin.

Her wiha îşaret bi sedemên ku hişt dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re lihevkirinan pêk bîne, berfirehkirin û serkeftina projeya Rêveberiya Xweser, hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina vê projeyê û taktîk û stratejiya dewleta Tirk a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

(eh)