Li Şirnexê 5 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê di operasyona qirkirina siyasî de polîsên dewleta Tirk a dagirker 5 kes destgîr kirin.

Li Şirnexê 5 kes hatin destgîrkirin
14 îlon, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, polîsên dewleta Tirk vê sibehê bi ser gelek malên li taxên Cûdî û Başakê de girt. Di serdegirtinê de Nûrşen Şen, Mahsûn Onûk û 3 kesên navên wan nehate zanîn, hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin, birin Gerînendetiya Emniyetê ya Silopiyayê.

Tê gotin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin dibe ku zêdetir be.