Panela Meclisa Olî ya Jinan dest pê kir

Li Qamişloyê ji aliyê Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk ve bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyên Mezopotamyayê, panelê dest pê kir.

Panela Meclisa Olî ya Jinan dest pê kir
14 îlon, 2022   09:04
QAMIŞLO

Panel li Hola Zana ya Qamişloyê bi beşdariya nêzî 50 nûnerên olan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Ragihandina Azad, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di heman demê de endamên Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Jinên Suryan û Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê tev li panelê bûne.

Panel ji 4 beşên sereke pêk tê, beşa yekemîn bi vê sernavê “Nêrîna olan di belavkirina aştiyê de, ji bo pêkanîna vê yekê çi tê xwestin?”, beşa duyemîn “Rola saziyên perwerdeyê û malbatan di avakirina kesayeta zarokan de û pêşxistina diyalogê de” ye.

Beşa sêyem jî bi sernavê "Rola ragihandinê di belavkirina aştiyê de û rêbazên sekinandina li hember ragihandinên dijber” û ya çaremîn jî "Rola saziyên olî yên li Rojava" ye.

(eh)

ANHA