Fragmanê fîlmê Kobanê hate weşandin

​​​​​​​Fragmanê fîlmê Kobanê, di salvegera şahadeta sînamager Mazdek Ararat de hate weşandin. Fîlm wê di 20’ê mehê de cara yekê li Kobanê were pêşandan.

Fragmanê fîlmê Kobanê hate weşandin
13 îlon, 2022   17:08
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Fîlmê Kobanê ku li ser berxwedaniya şerê Kobanê hatiye çêkirin, îro di salvegera şoreşger û sînamager Mazdek Ararat (Omer Bagcı) ku di çêkirina fîlm de cih girtiye de hate weşandin.

Fîlmê Kobanê, bi derhêneriya Ozlem Yaşar ji aliyê Komîna Fîlm ya Rojava û TEV-ÇAND’ê ve, li Kobanê hate çêkirin.

Tê payin ku fîlm cara yekê, di 20’ê mehê de li Navenda Çand û Hûner ya Kobanê were pêşandan.

ANHA