Şehîd Mehmûd Ebas hat oxirkirin û merasima xiyabî ya şehîd Şahîn Bahoz hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Mehmûd Ebas li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir. Her wiha ji bo şehîd Şahîn Bahoz ê ku li herêma Metînayê di bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê de şehîd bûye, merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Şehîd Mehmûd Ebas hat oxirkirin û merasima xiyabî ya şehîd Şahîn Bahoz hat lidarxistin
13 îlon, 2022   12:38
KOBANÊ

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî wiha axivî: "Şehîdên me rûmeta me ne, yên ku pêşengiya fikr û felsefeya Rêber Ocalan dikin ew in. Îro ji aliyê tundrewan ve êriş li ser vê îdeolojiyê de tên kirin. Ji ber vê yekê em li gelek aliyan şerê azadiyê dimeşîni. Li dijî tundrewî û xiyanetê ku hewl didin îradeya me bişkînin û bi rêya wê projeya me ya demokratîk pûç bikin, em şer dikin."

Eyşe Efendî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê kêfxweşiya wan diêrj neke, ji ber ku îro sîxur û ajan li pey hev dikevin û bi destê zarokên şehîdan wê bên cezakirin. Ji ber vê yekê em ji her kesê ku xiyanetê li me bike re dibêjin hûn ê werin darizandin û bi taybetî jî peyama me ji PDK'ê re ye ku di destê dewleta Tirk a dagirker de bûye amûra qirkirina Kurdan, ev e ku dawiya te nêzîk e."

JI BO BERJEWENDIYÊN XWE ŞER NAKIN

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê Ciwan Sûsik jî şehîd bi bîr anîn û soz da ku ew ê li ser şopa wan bimeşi û wiha axivî: “Ji ber ku ew ji her kesê ku li vir dijî, aramî û rehetiyê pêşkêş dikin, azadî û rûmeta gelên azadîxwaz jî diparêzin.”

Birayê şehîd Mehmûd Ebas, Qendîl Kobanê jî wiha axivî: "Şehîdên me ne tenê ji bo eşîrekê yan jî qebîleyekê, lê belê ji bo azadiya malbatên me hemûyan şer kirin. Bi qasî ku li berjewendiyên gelê xwe geriyan, ew qasî li berjewendiyên xwe yên takekesî negeriyan."

Qendîl Kobanê got: "Îro jî cenazeyên şehîdên me yên ku ji bo parastina pîroziya çiyayên Kurdistanê çûne, di destê PDK'ê de ne ya ku ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker her tim hewldanan dike. Ji ber vê yekê divê gelê me zanibe ku komploya li dijî wan pir mezin e û divê xayîn li xwe vegerin."

Merasîm bi radestkirina wesîqeyên şehadetê ji malbatên her du şehîdan re ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve bi dawî bû. Piştre cenazeyê şehîd Mehmûd Ebas di nava dirûşmeyên bîranîna şehîdan de li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

(hs)

ANHA