Beşdarên çalakiya konvedanê: Sûda wan dewletên bêdeng çi ye?

Beşdarên çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî li dar ketiye, di roja 33’emîn a çalakiyê de gotin; sûda wan dewletan, di serî de Rûsya û Amerîka çi ye eger wiha li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng dimînin.

Beşdarên çalakiya konvedanê: Sûda wan dewletên bêdeng çi ye?
13 îlon, 2022   13:43
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) bi koordîneya Kongra Star, çalakiya konvedanê di 12’ê Tebaxa borî de bi dirûşma “Kanî dadmendiye we” li dar xist. Ev 33 roj in çalakî berdewam e.

Çalakî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin.

Endamên HPC-Jin ên Hesekê û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama HPC-Jin a Hesekê Buşra Siwêd axivî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriya Tirk bilind bikin.

Buşra Siwêd rola civata navneteweyî ya lawaz li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kir û got: “Sûda wan dewletên garantor di serî de Rûsya û Amerîka çi ye eger wiha li hember êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek ên li dijî herêmê pêk tîne, bêdeng in û wan ranawestîne.”

Buşra Siwêd teqez kir ku serkeftin dê bi hevgirtina pêkhateyan û pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî were bidestxistin.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê sibe çarşemê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA